Derbarê endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê Fehîmeyê de dozek din vekirin

  • 09:06 31 Adar 2020
  • Rojane
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya HDP’ê Fehîme Saruhan ku girtîbû û di 2’yê kanûna 2019’an de hatibû tahliyekirin, hat zanîn ku 5 gardiyanan di derbarê wê de serlêdana sûckirine û doz di derbarê Fehîme de hatiye vekirin.   
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komara Silopiyê ve di 12’yê cotmehê de operasyon hatibû destpêkirin û di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fehîme Saruhan hatibû binçavkirin. Fehîme di 14’ê cotmehê de jî hat girtin û di 2’ê kanûna 2019’an de jî hatibû tahliyekirin.
 
Fehîme ya ku di 14’ê cotmehê de hat girtin dema birin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê û li wir rastî lêgerîna tazî hatibû. Fehîme ya ku lêgerîna tazî qebûl nekir ji aliyê gardiyanan ve bi zorê lêgerîna tazî pêk nîn. Hat zanîn ku di girtîgehê de 4 jê jin 5 gardiyanên A.K.O., G.G., N.A., S.A. û G.E. derbarê Fehîme de bi îdîaya “Heqaret li gardiyanan kirin” serlêdana sûc kirine. Hat zanîn ku ji aliyê Dadgeha Cezayê Eslî ya Şirnexê ve doza ku hatiye vekirin doz dê di 7’ê tîrmehê de bêdîtin.
 
Fehîme, tiştên ku jiyaye wiha anî ziman: “Wê demê bi biryara girtinê min birin girtîgehê. Li girtîgehê de gardiyanên jin xwestin lêgerîna tazîbikin. Lê belê min qebûl nekir. Piştre 4 jinên gardiyan hatin bi zorê lêgerîna tazî kirin. Piştre ew 3 jinên gardiyan derketin û  jinek gardiyan A.K.O. ligel min ma. Ew gardiyan wekî ku tiştek bi dest xistiye ji min re got ‘min lêgerîna te kir.’ Min jî ji gardiyan re got li ûslûba xwe baldar be. Piştre ew bi dengek bilind got ‘ez ê di derbarê te de girtename binivîsim. Gotinên ne baş gotin, lê min wan guhdar nekir. Min ji wan re got hem 3 roj in binçavan de me û  hem jî nexweşa epîlepsî me nikarim li ser nigan bisekinim û lêgerînê nekin. Lê belê wan bi zorê lêgerîna tazî kirin. Hîn çend roj derbas nebû ez hîn bûm ku di derbarê min de girtename nivîsîne. Ez bi SEGBÎS’ê tevlî doza xwe bûbûm. Bi hinceta ez li dijî rêzikên girtîgehê  derketime mehekî cezayê dîsîplînê û qedexeya hevdîtina malbatanê dan min. Min tu heqaret li wan nekir lê belê di derbarê min de doz vekirine. Doza min a ku biryara bêşopandinê hat dayîn û roja ku dema îtîraza 15 rojan biqediya ev dosye hatiye vekirin.
 
Çi bûbû?
 
Ji aliyê Serdozgeriya Komara Silopiyê ve di 12’yê cotmehê de operasyon hatibû destpêkirin û di encama serdegirtina malan de Endama Meclîsa Şaredariya Silopiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fehîme Saruhan hatibû binçavkirin.
 
Fehîme, di 14’ê cotmehê de bi hinceta “endama rêxistinê kiriye” ku sewqê dadgehê hat kirin û hat girtin. Serdozgeriya Komara Şirnexê piştî 45 rojan ji ber delîl kêmin di 2'yê kanûna 2019'an de bi şertê "kontrola edlî" biryara serbest berdana Fehîmeyê da. Fehîme di 2’yê kanûna 2019’an de di Girtîgeha Girtî ya Tîpa T’ya Şirnexê hat tahliyekirin.
 
Her wiha Ji hêla Wezîrê Karê Hûndir ve Fehîme bi hinceta “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” lêpirsînên ku di  derbarê wê de hatiye vekirin ji bo demekê ji peywirê hat dûrxistin.