‘Divê jin xwe birêxistin bikin’

  • 09:01 31 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Koordînatora Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Sosyo Yuksel Genç der barê xebatên xwe yên pêk tînin de nirxandin kir û got jin ji bo hebûna xwe biparêze divê xwe birêxistin bike.
 
Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk Sosyo ya li Amedê ye, du xebatên girîng di rojên borî de bi çapemeniyê re parve kir. Lêkolîna ku bûyerên şîdeta li ser jin û zarokan girtiye dest, bi armanca şîdeta li ser jin û zarokan bên dîtin hat kirin. Lêkolîn bi teşeyê lêkolîna çapemeniyê hat kirin û navbera 1’ê Çileyê 2019’an û 1’ê Çileyê 2020’an dihewîne. Navenda lêkolînê di van dîrokên mijara gotinê ne 2 hezar û 563 sûcên di çapemeniyê de derketine tespît kir.
 
Koordînatora Navenda Lêkolînê Yuksel Genç, der barê xebata ku meşandine de nirxandin kir. Yukselê daxuyakirin ku bi armanca balê bikişînin ser pozîsyona aborî çandî civakî ya jinan a li herêmê, li 16 bajaran xebat meşandine û got di seranserê xebatê de bi 6 hezar jinî re hevdîtin kirine û got: “Me xwest em li cureyên şîdetê, pêvajoyên îfşayê binêrin. Lingê herî girîng yê îfşayê çapemenî ye. Me xwest ku em bibînin çapemenî şîdeta li ser jinê çawa dibîne û agahiyên der barê gumanbaran de çiqas tên dîtin. Me di dawiya xebatê de encamên girîng bi dest xist.
 
‘Jin di qada kedê ya ku pere tîne de naxebitin’
 
Yukselê bi lêv kir ku di encama demografîk a jinan de agahiyên girîng bi dest xistine û got: “Beşeke mezin a jinên herêmê gotibûn li bajaran hatine dinê. Ev piranî li bajarên ku hatine dinê dijîn. Bi bajarbûnê re koçberî jî heye û em dibînin ku dernakevin derveyê kevneşopiyan. Di asta perwerdehiyê de bilindbûnek heye. Ji sedî 87’ê jinan diyar dikin ku di karekî ku pere tîne de naxebitin. Her wiha diyar kirin ku di alî ewlehiya civakî de jî pirsgirêkan dijîn. Di xebatan de derket holê ku ji sedî 20 jinan ne xwedî tu ewlehiya civakî ne û ji sedî 30 jî xwedî ewlehiya civakî ne.”
 
‘Hejmara di çapemeniyê de, tenê rûyê ku tê dîtinê ye’
 
Yukselê her wiha destnîşan kir ku li gorî xebata kirine li seranserê Tirkiyeyê 386 jin di van dîrokên têkildar de hatine qetilkirin û got: “Me wek mînak Amed tercîh kir. Di van dîrokên me diyar kirine de li Amedê bûyerên di çapemeniyê de hatine dîtin di navbera 35-40’î de ye. Lê dema mirov li serlêdanên li saziyên civaka sivîl dinêrin ev bûyerên şîdetê nêzî hezar û 800’î ye. Yanî hejmara di çapemeniyê de tê dîtin tenê rûyê ku em dibîne ye.”
 
Yukselê di dawiya axafatina xwe de wiha got: “Pergal jina bê ewlehî dihêle. Ji bo jin hebûna xwe biparêze divê xwe rêxistin bike.”