Meclîsa Îştar a Mexmûrê: Divê girtî serbest bên berdan

  • 16:24 30 Adar 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Îştar a Wargeha Mexmûrê daxuyaniyek dan û bal kişandin ser rewşa wargehê û gotin: "Niha ji ber vîrûsa koronayê rewşeke xeternak heye û divê ambargo bê bi dawîkirin û girtiyên siyasî jî divê serbest bên berdan."
 
Niha tevahiya rojeva cîhanê vîrûsa koronayê ye. Her roja ku derbas dibe hejmar diguherin. Meclîsa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi daxuyaniyek bal kişandin ser rewşa heyî. Daxuyanî ji hêla endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Gurbet Îşlek ve hat xwendin.
 
Di daxuyaniya Meclîsa Îştarê de wiha hat gotin: "22 sal in Rêberê me li girava Îmraliyê di nava şert û mercên zehmet de dîl hatiye girtin. Ligel vê jî li girtîgehan jî her ku diçe rewş xirab dibe. Girtiyên siyasî her roj bi zilm, zordarî û îşkenceyan re rûbirû dimînin. Ji ber ku kurdin. Her wiha di rojên dawî de hejmara girtin û binçavkirinan jî li Tirkiyeyê zêde dibin. AKP û MHP dixwezin bi binçavkirin û girtinan kurdan bitirsînin. Lê belê bila baş bizanibin ku em bi girtinê xilas nabin. 
 
Li Îranê jî rewş xirab dibe. Em berxwedana girtiyên zindana Îranê slav dikin. Em bang dikin ku bila daxwazên wan bên qebûlkirin û bila dawî li çalakiya gireva birçîbûnê binînin. Em dikarin hinek xwe ji nexweşiyê biparêzin, lê ji bo girtiyan rewşa xwe parastinê kêm in. 
 
Ji bo wê jî sazî û dezgehên ku mafên girtiyan diparêzin û di serî de jî CPT di demên wisa de divê xwedî li erk û berpirsiyartiya xwe derkevin û hemû daxwazên girtiyan bi cih bînin.
 
Li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ev 9 meh in ambargoyek li dij mirovatiyê li hemberê şêniyên li vir tê birêveberin. Ev ambargo ji hêla hikûmeta Kurdistanê ve tê meşandin. Di demek ewqas xeter de ev nexweşiya ku derketî pêwîstiyên jiyanî û tendirustî em nikarin pêşwazî bikin. Em bang li berpirsên Herêma Kurdistan dikin ku vê ambargoyê rakin."