'Personêlên girtîgehan dê neçin malên xwe'

  • 14:33 30 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê Wezareta Dadê biryarek din girt û diyar kir ku ji îro şûn de personelên girtîgehan li gorî demên ku hatine diyarkirin dê neçin malên xwe û li cihên îzolekirî bimînin.
 
Wezareta Dadê, têkildarî tedbîrên li dijî vîrûsa koronayê li girtîgehan girtine daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji îro şûn de personelên girtîgehan li gorî demên ku hatine diyarkirin dê neçin malên xwe û li cihên îzolekirî bimînin.
 
Her wiha li gorî daxuyaniya hatî dayîn têkildarî kesên ku ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya civakî li wan lêpirsîn hatine vekirin jî agahî da û ragihand ku di nav 2 hefteyan de li serdozgeriyên 58 bajaran derbarê 459 kesan de ji ber parvekirinên wan ên li ser medya civakî lêpirsîn hatine destpêkirin.