Şaneya Aloz ya herêma Efrînê girêdayî Vîrusa Koronayê de daxuyanî da

  • 14:18 30 Adar 2020
  • Rojane
ŞEHBA - Şaneya Aloz ya herêma Efrînê hin tedbîrên ku ji bo Vîrusa Korona hatine girtin bi daxuyaniyê eşkere kirin. 
 
Vîrûsa Korona yekem car li Çînê derket û li tevahî cîhanê belav bû. Di encamê de bi hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî di bin denetima bijîjkan de ne. Piştî biryara Rêveberiya Xweser a herêma Efrînê li tevahî Şehbayê tevger hat sekinandin.  Her wiha ji bo parastina gelê Şehbayê Şaneya Alozê li Şehbayê hat avakirin û kesên ku cihê xwe di vê maseyê de digirin navê wan wiha ye: Hevseroka Desteya Tenduristî  ya herêma Efrînê Hêvîn Hisên, Hevseroka Desteya Şaredariyên gel ên herêma Efrînê Melek Hisên, Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Îmad Dewûd, Hevserokê Meclîsa Kantona Efrînê Mihemed Neso û Hevserokê Meclîsa Rêveber a herêma Efrînê Bekir Elo. Şaneya Alozê bi daxuyaniyek çapemeniyê hin tedbîrên ku ji bo Vîrûsa Korona girtine ragihandin. 
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
"Maseya Qeyranê hin tedbîrên esas girtin ji wan rêya di navbera bajarê Heleb û Şehbayê hatine girtin. Kel û pelên ku li Helebê derbasî Şehbayê dibin wê tenê haciz bigire wiha derbas bike. Kesên ku derbasî Şehbayê dibin wê 14 rojan derbasî karantinayê bibe heta ku rewşa tenduristiyê diyar bibe. Rojane piştî saet 16:00'an wê hemû dukan bên girtin ji bilî nexweşxane, dermanxane û noqteyên tenduristiyê. 
 
Em herî dawî bang dikin da ku hemû gelên me li gor rêbazên xwe yên parastinê tev bigerin. Em bang li rêxistin û desteyên tenduristiyê ya cîhanê dikin ku alîkarî bidin gelê Efrînê."