Kedkara tenduristiyê ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da

  • 12:09 30 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Hemşîreya bi navê Ayla Balaç a li Stenbolê dixebitî ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. 
 
Hat diyarkirin  ku Hemşîreya bi navê Ayla Balaç a li Stenbolê dixebitî ji ber Vîrusa Koronayê jiyana xwe ji dest da. Li gor nûçeya di emke.org'ê de cih digire hat gotin di dema xebatê de Ayla bi Vîrusa Koronayê ketiye û loma jiyana xwe ji dest daye. Do cenazeyê Aylayê li Stenbolê hat definkirin.