Kongreya Star: Tê xwestin ku destkeftiyên jinê bên astengkirin

  • 12:03 30 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Kongreya Star bal kişand ser komkujiyên jinê û bûyerên întiharê û wiha got:"Tê xwestin ku destkeftiyên jinê bên astengkirin."
 
Koordînasyona Kongreya Star derbarê kuştina jinan de daxuyaniya nivîskî weşand. Koordînasyonê anî ziman ku divê li dijî bûyerên qetilkirina jinan hesab bê pirsîn. 
 
Di berdewamiya daxuyaniya ku bal kişand ser Şoreşa Rojava wiha hat gotin:
 
"“Ji destpêka şoreşa Rojava heta roja me ya îro ji bo bidestxistina mafên jinan ên azadî û wekheviyê bêguman têkoşînek tê kirin, lê tevî têkoşîna ku tê kirin jî, di encama zîhniyeta civakî ya serdest a li ser jinan û zewacên di temenê biçûk de, di bin navê urf û adet û kevneşopên civakê de hîna jin rastî kuştin û xwekuştinê tên.
 
Li Kobanê jina bi navê Emîha di temenê 21 salî de xwe kuşt, jixwe tê zanîn ku diya keçekê ye, jineke ciwan e, ji ber bêtehemuliya zîhniyeta civakî ya serdest ji mafê xwe yê jiyanê tê mehrûmkirin, tenê ji ber ku jin e, bila deng neke, eyb e. Jin jî çareseriyê di xwekuştinê de dibîne. Ev xwekuştin ji aliyê civakê ve jî tiştekî rewa ye, ji ber ku hîna wek namûs li jinan tê nihêrtin û tu deng ji civakê nayê.
 
Em wek tevgera jinan Kongreya Star vê yekê wek xetere li ser jiyana jinan dibînin. Em dibînin ku kiryarên kuştin û xwekuştinê pir zêde bûne û jin ji mafê xwe yê xwezayî yê jiyanê tên dûrxistin, tenê ji ber zîhniyeta serdest a zilaman ku hebûn û mafên jinan napejirînin û bi desthilatdarî û serweriya xwe ya li ser jinan dixwazin mafên jinan ên hebûn û nasnameyê ku di şoreşê de bi dest xistine, pê bidin windakirin û her tim wek milk ji xwe re bibînin.
 
Em wek rêxistina jinan xwekuştin û kuştina jinan di bin çi navî de dibe bila bibe, şermezar dikin. Divê jin neyên kuştin û xwe nekujin. Daxwaza me ji saziyên peywendîdar û tevahî rêxistinan heye ku kujer û berpirsyarên vê xwekuştinê hesabê vê kuştinê bidin û mafê jinan yê jiyanê were parastin.
 
Na ji xwekuştina jinan re
 
Na ji kuştina jinan re
 
Jin jiyan azadî.”