Banga malbata girtiya nexweş Hêlîn Oncu: Bila Hêlînê serbet berdin

  • 10:01 30 Adar 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Malbata girtiya bi nexweşiya kronîk Hêlîn Oncu ji bo Hêlînê serbest bê berdan banga hestiyariyê kir. 
 
Ji bo serbestberdayina girtiyên nexweş banga malbatên girtiyan didome. Di 2015-2016'an de li Cizîrê di serdema qedexeya derketina derve de Hêlîn Oncu hatibû binçavkirin û di 4'ê Tîrmeha 2019'an de hatibû girtin û ji bo wê cezayê muebetê hatibû dayin. Malbata Hêlînê ji bo Hêlînê serbest bê berdan bang kir. 
 
'Em ji bo hemû kesî wekheviyê dixwazin'
 
Xweşika Hêlînê Şeval Oncu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî videoyek parve kir û wiha got:"Merheba! Ez xwişka Hêlîn û Şahin Oncu yên niha di girtîgehê de ne. Xwişka min û birayê min bi awayekî bêhiqûqî hatin girtin. Xwişka min Hêlînê nexweşiya wê ya kronîk a kezebê heye. Nikare di cihê girtî de bimîne. Em dixwazin di înfazê de sererastkina wekheviyê bê kirin. Em ji bo hemû girtiyên nexweş wekheviyê dixwazin."