Zelal Bîlgîn: Li dijî Vîrusa Koronayê divê dayik xwe û zarokên xwe biparêzin

  • 09:11 30 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Aktivîsat TJA'yê Zelal Bîlgîn ku di heman demê de beşa pîriktiyê jî xwendiye derbarê belavbûna Vîrusa Koronayê de anî ziman ku divê di vê rewşê de dayik û pitik were parastin.  Zelalê di haman demê de anî ziman divê jinên ducanî li xwe baldar bin û tedbîrên xwe kêm nekin.
 
Vîrusa Korona (Kovîd-19) ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê, ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) wek pandemîk hat îlankirin û her ku diçe belav dibe. Vîrûsê piştî Çînê herî zêde bandor li Îtalyayê û Îranê kir. Her  wiha Fransayê jî di şopa wan du dewletan de ye. Vîrûs di Tirkiyeyê de jî hat xuyakirin û li gel hatine vîrûsê hemû kes ketin nava rewşeke dijwar û pêşiya qeyrana aboriyê  nehat girtin. Aktivîsat TJA'yê Zelal Bîlgîn ku di heman demê de beşa pîriktiyê jî xwendiye di derbarê Vîrusa Korona û têkiliya jin û pitikan de axivî.
 
'Divê di vê pêvajoyê de tedbîrên cidî bên girtin'
 
Zelalê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tedbîrên li dij Vîrûsa Koronayê û diyar kir ku ev nexweşî herî zêde li ser kesên bêmal û zarokên kolanan bandora xwe nîşan dide û axaftina xwe wiha dom kir: " Gel hem di bin qeyrana aboriyê de ye hem jî pirsgirêkên aboriyê nayê çareserkirin. Divê tedbîrên di hêla pêdiviyên civakê pêk were. Ji wan tedbîrên ku li gel girtina kargehan, bi demê re xelk êdî nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Di heman demê de alavên tenduristî û xweparastinê jî kêm in. Ji ber vê yekê divê di vê pêvajoyê de tedbîrên cidî bên girtin."
 
'Divê demildest girtigeh werin valakirin'
 
Zelalê di derbarê rewşa girtigehan de jî axivî û destnîşan kir ku li hemberî vê nexweşiyê kesên girtigehê bê parastin dimînin. Zelalê axaftina xwe re wiha berdewam kir: " Di vê pêvajoyê de zindan dikevin nava rewşeke dijwar û aloziyê. Pirî caran pirsgirêk û binpêkirina mafan hat ziman lê tu pirsgirêk nehat çareserkirin her wiha tê zanîn ku şert û mercên girtigehan pir xirab e ji ber vê yekê belavbûna nexweşiyan jî pir bi hêsanî pêk tê . Berê şewba Koronayê jî gel bi pirsgirêkên tenduristî ve rûbirû bûn. Ji ber vê yekê ger ku vîrûs li zindanê belav bibe li dij vê şewba koronayê hemû girtî bê parastin dimînin. Lewra divê demildest  girtîgeh werin valakirin."
 
'Ji cihên qerebalix dûr bikevin'
 
Zelalê di heman demê de bal kişand ser mijara tenduristî û li dij Vîrûsa Koronayê xweparastina gel û anî ziman ku divê ji bo xebatkarên tenduristiyê baldar bin şerd ji vê yekê re bê avakirin û her wiha personelên tenduristiyê ku ji kar hatine dûrxistin dubare bixin ser karên wan û li ser personelên tenduristiyê plansaziyek were çêkirin. Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de qala parastina li dijî vîrûsê kir û wiha axivî: " Ji bo xwe parastinê divê gel girîngî paqijiya xwe re bidin. Rojê herî kêm 2 caran derî û paceyên xanî bên vekirin û herî kêm 10-20 deqeyan hewa paqij bikeve hundir. Ji hijyenîka dest re baldar bin û herî kêm 20 saniye parastinê destên xwe bi sabûn û avê bişon. Her wiha destê xwe nedin çav, poz û devên xwe û ji cihên qerebalix dûr bikevin.”
 
'Heta niha pitikên di nav zikê dayikan de vîrûs nehatiye tespîtkirin'
 
Zelalê di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku heya niha di pitikên di zikê dayikan de vîrûs nehatiye tespîtkirin lê belê divê her awayî  jinên ducanî tedbîrên xwe kêm nekin. Zelalê wiha dirêjî da axaftina xwe: " Şewba Koronayê ku cara yekemîn ji Çînê derket, di xebatên lêkolînan de di rahîm, xwîna kordon û şîrê dayîkê de tu şopa vîrûsê re nehat dîtin. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin vîrûs di nav zikê dayikê de nagihîje pitikan. Li gorî van zanînan dîsa jî jinên ducanî divê tedbîrên parastinê bigirin û  baldar bin. "
 
'Li dijî Vîrusa Koronayê divê dayik xwe û zarokên xwe biparêzin'
 
Zelalê di dawiya axaftina xwe de li ser çend xalên girîng sekinî û axivî: " Hat zanîn ku vîrûs di zikê dayikê de derbasî pitikan nabe. Lê belê piştî zayînê bi rêya temasê dikare derbas bibe. Li hin welatan jinên ducanî ku bi vîrûsê dikevin piştî zayîna wan pitikên wan jê distînin û li hawirek din bê şîrê dayîkê dixin bin lêkolînê. Niha helwesta hemû cîhanê ew e ku girêdayiya dayik û pitik were parastin. Ji ber her roj zanînek nû tê em nikarin tiştekî bi teqez bêjin lê di encamê de dewletên ku ji şewba vîrûsê bi bandor bûye divê rêbazên ferdî yên parastinê pêk bînin û her wiha pêwîst e ku testa vîrûsê li hemû bajaran bê çêkirin."