‘Neparastina kedkarên tenduristiyê rê li ber pirsgirêkên cidî vedike’

  • 09:07 30 Adar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Hevseroka SES’ê ya Aksarayê Yasemîn Bakir diyar kir ku di vê pêvajoya ku vîrus belav bûye de gelek kêmasiyên ekîpman û şertên fîzîkî yên li nexweşxaneyan hene û got: “Xebatkarên tenduristiyê di şertên neparastî de tên xebitandin û ev jî tê wateya ku kirdeya herî xurt di vê pêvajoyê de nexweş dike û ji pêvajoyê vedikişin e.”
 
Vîrusa korona bandor li ser hemû cîhanê kir û li Tirkiyeyê jî her diçe belav dibe. Di 10’ê Adarê de kesk bi vîrusê  hat tespîtkirin û ji wê rojê şûnde 108 kesî jiyana xwe ji dest da û her wiha testa 7 hezar û 402 kesî jî pozîtîf derket. Hevseroka SES’ê ya Aksarayê Yasemîn Bakir der barê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê de axivî.”
 
*Peywira herî giran dikeve ser milê xebatkarên tenduristiyê. Li Tirkiyeyê rewşa kedkarên tenduristiyê di vê pêvajoyê de çi ye?
 
Ji ber karê wan, kedkar di koma kar a bi rîsk de ne. Tevî vê ne di ewlehiyê de ne. Bi belavbûna vîrusê re yek ji pirsgirêkên herî mezin yên ku kedkarên tendurisityê dijîn, beriya vîrusê amadekariyek û planek nehatiye kirin. Her çiqas bêjin hatiey kirin jî vê bandor li ser kedkarên tenduristiyê nekiriye.Ji ber ku tiştek bi kedkarên tenduristiyê re nehatiye parfvekirin. Li gelek saziyên tenduristiyê pêvajo li ser sîstematîka ‘cerabandinê’ hat meşandin. Hîna jî wisa ye. Dema pêvajo destpêkir li qadê tevliheviya agahiyê hebû û di mijara ku çawa rêbazê bimeşînin de nezelaliyek hebû. Niha hinek pisgirêk ji holê hatibin rakirin jî, pêvajo zelal nayê meşandin û bêbawerî bi kedkaran re pêş dikeve.
 
*Hun li Tirkiyeyê têkoşîn û tedbîrên li dijî vîrusê çawa dibînin?
 
Bi hefteyan berê rewş dihat zanîn. Welatên dora Tirkiyeyê bi vîrusê ketibûn. Lê di mijara ketin û têketinan de tedbîr nehatibûn girtin. Di nokteya ku em lê ne de, hîna jî di pêkanîna karantînayê de li Tirkiyeyê pirsgirêk tê jiyîn û nayê zanîn ku Tirkiye rêbazek çawa dimeşîne. Lê tecrubeyên welatên ku beriya me ev jiyane bê lêkolînkirin jî ji bo meşandin rê û rêbazê têr dike.
 
*Polîtîka tenduristiyê ya Tirkiyeyê, wê bikaribe vîrusê rabike?
 
Ne tenê Tirkiye, polîtîkayên tenduristiyê yên gelek welatan li dijî vîrusê têr nake. Mînak li Îngîlîstan û DYA’yê di xizmeta tenduristiyê de krîzek wisa derket. Îngîltereyê daxuyand ku nikarin li dijî vîrusê tiştekî bikin û piştî vê li ser bertekan şûnde gav avêt. Îro modela xizmeta tenduristiyê ya Tirkiye pêk tîne jî ya modela Qraliya Yekbûyî ye.
 
*Hun xebatkarên tenduristiyê di bin rîskê de ne. Li dijî vê tedbîrên çawa tên girtin?
 
Bifikirin her cihê ku hun dest didinê ji bo we rîske. Ez aşkera bêjim di nav rojê de li cihekî wisa 8 saet xebat heye û xwe parastin jî gelek zehmete. Qada em lê ne kontamîne ye û ji ber vê jî em her tim bi nexwşexan re di têkiliyê de ne. Pêvajo bi tena serê xwe zehmete. Ligel vê jî bi ekîpmanên parastî yên şexsî xebat jî zehmetiyek cudatire.
 
Hevalên me yên li yekîneyên bi rîsk bi berçavk, rûpûş dixebitin. Roj bi roj her derê nexweşxanê vediguhere karantînayê. Ji ber vê jî her der bi rîsk e. tişta divê em bikin eve ku bi ekîpmanan bixebitin û ji her demê zêdetir baldar bin. Hewcedariya me bi ekîpmanên têr hene.
 
*Tê gotin ku li gelek nexweşxaneyan tedbîrên têr nehatine girtin. Kedkar li dijî vê tedbîrên xwe çawa digirin?
 
Pisgirêka herî mezin ya nexweşxaneyan kêmasiya ekîpmanan e. Kedkarên îro xwe digihînin ekîpmanan bi fikarin ku sibê xwe bigihîninê an na. Şert û mercên xebatê yên fîzîkî û psîkolojîk mijara gotinê ye.
 
Raste pisgirêkên ekîpmanan hene. Em mudaxale dikin. Ewil nexweşxane tên hişê rayagiştî. Lê ekîpmanên xebatkarên tenduristiyê yên asta yekem jî hîn anehatine plankirin. Nebûna ekîpmanan û neparastina kedkaran, tê wateya ku kirdeyên herî xurt yên vê pêvajoyê nexweş bikevin û ji pêvajoyê vedikişin.
 
*Li gorî we divê li nexweşxaneyan tedbîrên çawa bên girtin?
 
Ger îzolasyona kesên nexweş û yên baş rast bê rêxistinkirin wê pêvajo bê kontrolkirin. Lê mixabin em di mijara karantînayê de zêde ne serkeftîne. Nexweşxane divê li gorî pêvajoyê bên dîzaynkirin. Her kedkarekî tenduristiyê namzetê nexweşiyê ye. Kesên herî bi rîsk yên ku nexweşiyê belav bike ne. Divê qadên hevpar yên kedkarên tenduristiyê ji nûve bên dîzaynkirin.
 
*Tayînkirina kedkarên tenduristiyê wê bandorek çawa li ser têkoşîna li hember vîrusê bike?
 
Li Tirkiyeyê serî kesî hejmara xebatkarên tenduristiyê li gorî cîhanê mixabin gelek kêm e. Wezaretê got wê 32 hezar kesî tayîn bikin. Tevlîbûna van jî wê heta du mehan bibîne. Me wek SES’ê bi dehan carî ev got. Lê tevî vê tiştek nehat kirin.
 
*Gel ji bo kedkaran bi êvaran çalakiyê pêk tîne. Bendewariya we ji gel û hikûmetê çi ye?
 
Li pişt çalakiya ku hikûmetê pêş xist jî propaganda heye. Bêguman ev çalakî ji bo kedkarên tenduristiyê motîvasyon zêde kiriye û girîngin. Lê mixabin hewcedariya kedkaran ji çepikan zêdetir heye. Bendewariya xebatkaran ji gel û desthilatdariyê eve ku tedbîrên ewlehiyê bên girtin û xebatkarên tenduristiyê bên temînkirin.
 
*Kedkarên tenduristiyê di pêvajoyê de çend saetan dixebitin?
 
Tevî di giştînameya ku serokomarî û wezareta tenduirstiyê weşandiye de tê gotin ku şert û mercên cemawerî bên başkirin lê mixabin ev ji bo xebatkarên tenduristiyê derbas nabe. Kedkarên tenduristiyê niha di şert û mercên giran de dixebitin.