Hevşaredarên HDP’ê: Tayinkirina qeyûman biryareke dijmina ye

  • 09:06 30 Adar 2020
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
ÊLÎH - Têkîldarî tayinkirina qeyûman hevşaredarên HDP’ê yên  bajarok û navçeyên Êlîhê ji ajansa me re axivin. Hevşeradaran diyar kirin ku biryara tayinkirina qeyûman dijminahiya li hemberî kurdan radixe berçavan û gotin ku ew ê heta dawiyê bi gel re bin. 
 
Wezareta Karên Hûndir qeyûm tayînî  Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî Gêlê û hin şaredariyên wê yên din kirin. Li dijî tayînkirina qeyûman bertek jî her ku diçe zêde dibin. Têkîldarê desteserkirina şaredariyan  hevşaredarên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên navçe û bajarokên  girêdahî Êlîhê axivîn. 
 
‘Ev awirên reş wê belav bibin’
 
Hevşaredara  bajarokê kaniyahenê  a  navçeya hezoyê Gulîstan Sonuk ya  ku li cihê wê qeyûm hatî tayînkirin  diyar kir ku AKP HDP’ê wekî gef dibine ji ber wê êrîşî şaredariyan dike û wiha axivî:” Li gel zêdebûna faşîzma îktîdara AKP û MHP’ê di xwezayiya xwe de tifaqa demokrasiye pêş ket. Stratejiya HDP’ê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê ji hemû alîgerên demokrasiye re bû kelecan û hêvî. AKP di hilbijartinên 31’ê adarê de têk çû. Li tevî hemû astengiyên AKP’ê, HDP’ê bi hişmendiya şaredariyên gel faşizm pêşve bir. AKP û MHP yên ku  hebûna xwe li  ser polîtîkayên înkar û îmhayê avakirin careke din vîna gel tunehesibandin û vîna gel desteser kirin. Bêgûman tayînkirina qeyûman darbeya li dijî vîna gelê kurd e. Hewceye ku ev wisa bê pênasekirin. Qadên ku HDP’ê ji jinan  û ciwanan re vekirin  AKP wekî gef dît û ev deskeftiye kirin hedefa xwe. Cîhan tev bi vîrûsa koronayê re mijûle AKP jî bi kurdan û  HDP’ê re mijûle. AKP û MHP hebûna xwe li ser dijminahiya kurdan û jinan  ava dikin. Em piştî qeyûman jî bi gelê xwe re bûn û em ê niha jî li gel  gelê xwe cih bigirin.  Em ê siyaseta ku ji ciwanan û jinan pêk tê ava bikin. Bêgûman demeke nêz de wê ev awirên reş wê belav bibin û wê têkoşîna gel ji me re mizginiya biharê bîne.” 
 
‘Şert û merc çi dibin bila bibin em ê bi gelê xwe re bin’
 
Hevşaredara bajarokê   Awiskê ya girêdahî navçeya Qubînê  Hatîce Taş  jî anî ziman ku AKP û MHP pêvajoya heyî vediguherin firsendê û wiha axivî:” Cîhan tev bi  vîrûsa koronayê re mijûle lê AKP bi dijminahiya kurdan re mijûle. Hikûmetê bi van polîtîkayên xwe careke din rûyê xwe nîşanî gelên Tirkiyeyê daye.  Kesên ku bi vîna gel hatin hilbijartin ji peywirê hatin avêtin û hatin binçavkirin. Lê bila hikûmet û AKP bizanibin ku em ê dev ji vîna gelê xwe bernedin. Şert û merc çibin bila bibin em ê bi hêza ku me ji gel girtî em ê li ber xwe bidin û heta dawiyê li gel gelê xwe tebikoşin.”
 
‘Tayinkirina qeyûman biryareke dijmina ye’
 
Hevşaredara  navçeya Hezo ya Êlîhê  Nazîme Avci jî bi lêv kir ku desteserkirina şaredariyan biryareke dijminahiye û ev tişt got:” Li her deverên cîhanê gel bi nexweşiya koronayê re tedikoşe. Lê ev hişmedniya faşîzan wekî her gav li şûna derman dibe, dibe jehir. Tayinkirina qeyûman biryareke dijmina ye. Lê bila AKP bizanibe ku ew çiqas êrîş bike, em ewqas bi hêz dibin.  Bi desteserkirina şaredariyan re û binpêkirina vîna gel ew ê biser nekevin. Zordest xwe bi xwe dawiya xwe tinin. Bila gelê me bizanibe ku dawiya AKP’ê jî nêz e. “