Cansû Ozdemîr: Gefa vîrûsê li ser Îmraliyê jî heye

  • 09:05 30 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Cansû Ozdemîr diyar kir ku belavbûna vîrûsê rewşa îmraliyê jî dixe bin xetereyê û her wiha anî ziman ku di derbara Îmrali û tenduristiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tu agahî nayê aşkerekirin ew jî polîtîkayên qîrêj yên dewleta Tirk in.
 
Şewba vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û hêjmara kesên bi vê şewbê û miriyan jî zêdetir dibe. Her wiha di vê rewşê de girtigeh di koma rîskê de ne. Ji ber ku di girtigehan de tu tedbirnehatine girtin û gûmana şewbê girtigehan dixe bin xetereyek mezin. Di heman demê de girtigeha Îmraliyê jî di bin xetereyê de ye tu tedbîr nayên girtin. Li ser van mijaran Hevseroka koma meclîsa Hambûrgê ya Partiya Çep Cansû Ozdemîr nirxandina xwe parve kir.
 
'Belavbûna vîrûsê îmraliyê jî dixe bin xetereyê
'
Cansû di destpêka axaftina xwe de bal kişand  ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kir ku belavbûna vîrûsê Îmraliyê jî dixe bin xetereyê û wiha axivî: " tecrîda li ser birêz Ocalan bi salane berdewam dike her wiha mafên birêz Ocalan tên binpêkirin. Netewên yekbûyî (NY) ji bo baştirkirina rewşa girtiyan serlêdana malbatên girtiyan destûrê dide her wiha serlêdana parêzeran jî divê bipergal pêk were. Lê belê di girtigehên tirkiye de mafên mirovan tê binpêkirin û rewşa girtiyan dîsa wekî hertim nebaş e. Lê rewşa birêz Ocalan cuda ye. Li vir ne tenê binpêkirina mafên kesekî/ê ye; tecrîda li ser birêz Ocalan polîtîkayên dewletê yên li ser gelên Rojhilata Navîn e. Bi milyonan kurd birêz Ocalan wekî vîna xwe dibînin her wiha ji aliyê cîhanê de gelek beş wekî fîlozof dibînin. "
 
''Hêzên desthilatdar şirîkê tecrîda li Îmraliyê ne’
 
Cansûyê diyar kir ku dewleta tirk û hêzên derve dizanin ku birêz Ocalan ji bo hemû gelan çareserî ye. Ji ber vê yekê polîtîkayên taybet li dijî tên meşandin û axaftina xwee wiha berdewam kir: "Birêz Ocalan ne tenê ji bo Gelê Kurd di heman demê de ji bo gelêN Tirkiyeyê û gelêN Rojhilata Navîn çareserî ye. Mînak, afirînerê şoreşa Rojavayê rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Dewleta tirk û hêzên derve dizanin ku birêz Ocalan ji bo hemû gelan çareserî ye. Ji ber vê yekê polîtîkayên taybet tên meşandin. Her wiha ev polîtîka ji aliyê hêzên navneteweyî ve tên parastin.  Hêzên ku ji bo Rojhilata Navîn zordestî û kaosê pêk tînin jî şirîkên  tecrîda li ser birêz Ocalan in. Ji ber ku çareserî an jî pergala netewa demokratîk ji bo xwe xetere dibînin . Rewşa Îmraliyê û derheqa tenduristiya birêz Ocalan de tu tiştî nabêjin. Ew jî polîtîkayên qîrêj yen dewleta tirk in. "
 
'Girtî di rewşa şewbê de bê parastin dimînin'
 
Cansuyê diyar kir ku Birêz Ocalan çend caran anî ziman pirsgirêkên wî yên tenduristî hen û tu bergirî nehatiye girtin û wiha axivî: "Tenduristî mafê mirovan yê bingehîn e.  Lê ev maf ji destê birêz Ocalan tê sitendin. Parêzeran ji ber şewba vîrûsê tedbîrên îmraliyê ku bên girtin ragihandin. Lê tu tedbîr nehatin girtin. Bi taybetî li Tirkiyeyê vîrûs bi lez belav dibe. Her wiha li girtigehan jî li dij vîrûsê tedbîr nayê girtin û gefa vîrûsê li ser girtiyan heye.  Pêwîst e ku li girtigehan û li îmraliyê testên virûsê bê çêkirin. Li girtigehên Tirkiyeyê ji bo şewba vîrûsê tu alavên tenduristî nadin. Her wiha piraniya girtiyan di koma rîskê de ne gelek girtiyên nexweş hene. Di rewşa şewbê de bê parastin dimînin ji ber van yekan divê hemû girtî bê cudahî demildest serbest bên berdan.”
 
'Dema mijar kurd bû cîhan dikeve bêdengiyê'
 
Cansû di dawîya axaftina xwe de bal kişand ser hêzên netewî û diyar kir ku tecrîda li ser birêz Ocalan biryareke siyasî ye û axaftina xwe wiha bidawî kir: "Êrîşên li ser gelê kurd di heman demê de êrîşên li ser nêrinên netewa demokratîk a birêz Ocalan in. Bêdengiya CPT jî divê bi wî awayî aliyê bê şîrove kirin. Ji girtina birêz Ocalan heta niha CPT erkên xwe neanîn cih. CPT ya kui d gotinê de serbixwe, heke erka xwe neyîne cih û 20 sal ji tecrîdkirina mirovekî re destûr bide ew pergala îşkenceyê ye her wiha bi  salan ku parêzer û malbatê re ji bo serlêdanê destûr nede ew nabe serbixwe. Tecrîda li ser birêz Ocalan biryareke siyasî ye. Divê NY di ewil de binpêkirina mafên birêz Ocalan bixista rojeva xwe û vê rewşa heyî şermezar bikira. Lê belê ji Efrîn û Rojavayê tê xuyakirin ku mijar kurd û rêxistinên kurd be dikevin bêdengî ye."