'Qeyûm vîrusa li hemberî demokrasiyê ye'

  • 09:04 30 Adar 2020
  • Rojane

Medya Uren

AMED - Xebatkarên Şaredariyên ku qayûm tayînî wan hatine kirin gotin di pêvajoyek wiha de ku her kes li çareseriya kareseta vîrûsê digere îktidarê êrişê şaredariyên me kir. Gulşah Atalay got divê me bi pişgiriyê van karasetan derbaz kiriban, ango ew ji karasetê firset derxistin e.
 
Wezareta Karên Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlihê,navçeyên Ferqîn, Lîcê Erxanî, Gêlê yên Amedê kirin.  polîsan di  23.03.2020 an de di demjimêrên serê sibê de avahiyên şaredariyê kirin bin dorpêçê, kolanên  li ber şaredariyên li trafîkê girtin, karmendên şaredariyê negirtin hundirê avahiyan. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin. Di demjimêrên êvarê de ji polîsan êrişê bajaroka Civanîka a Sêrtê, şaredariya Norşîna Bêdlîsê û Şaredariya Xelfelî  ya İdirê kirin. Endama meclîsa Şaredariya Ferqînê Emîne Olçen û endama  Meclîsa Şaredariya Lîceyê Gulşah Atalay li ser tayînkirina qayûman bertek nîşan dan.
 
‘Vîrusa herî mezin hişmendiya qeyuman e’
 
Gulşah Atalay  di destpêka axaftina xwe de got li pêşberê me hikûmetek wiha heye ku bi salane em li hemberî wan di nava berxwedanê de ne. Ango hertim êrişên bi vê rengî li ser me pêk tînin. Gulşah wiha berdewam kir: “Hikumet bi gasp kirina vîna me re dixwaze me bêdenk bike. Di serî de Amed û hemû şaredariyên l Kurdistanê ango deskeftiyên bi kedek mezin hatine bi destxistin di hedefa dewletê de ne. Bi vî rengî dixwazin gel bixin bin destê xwe. Tişta bidest nexistine bi hişmendiya dagirkirinê dixwazin desteser bikin. Em di şefeqê de bi êrişên wan şiyar bûn, bi polîs û çekên xwe bi ser avahiyan de girtin. Di rojeke ku her kesk bi vîrusê mijûl bû êrîşî me kirin.  Vîruseke cîhanê xistiy bin bandora xwe heye, li şuna ku li hemberî wê rêyên çareseriyê hilberînin karasetê werdigerînin firsatê û şaredariyên me desteser dikin. Bi vî  rengî her kes ji ket ferqê ku vîrusa herî mezin qayum û piştevanên wê ne.  Lê divê were  zanîn ku ewê bi vî rengî ji qezenç nekin. Agirê me şewitandiye wê wan ji bişewitîne.”
 
‘Wê nikaribin vîna gel bişkînin’
 
Gulşahê di dirêjiya axaftina xwe de da nîşan kirin  ku di kîjan şert û mercî de be ewê serkeftin ya gel be. Gulşah wiha berdewam kir: “Gel li rexmê hemû êrişan xwedî li vîna xwe derketin. Ne bi polîtîkayên asîmlasyonê ne ji bi êrişan wê bikarin vîna gel û hêviya wan bişkînînin. Wê qayum her û gel vegere. Gulşah destnîşan kir ku weke şaredarî xebatên wan ên ewlehiya li hember vîrusê hebûn. Dezefenktan  û pêwi stiyên din me anî bûn ku di demjimêrên diyar de me holên mirov hevpar bikartînin derman dikir. Lê hemû di nîvê de man. Em ê li hemberî vê hişmendiya qayum di çalekiyan de bin. Ji ber sedema karasta vîrusê bila her kes ji malên xwe bertek nîşan bide. Di demjimêr 20.00’an de deng derbixin.”
 
‘Qayum vîrusa li hember demokrasiyê ye’
 
Emîne Olçen jî diyar kir ku hejmara şêniyên Ferqînê nêzî 85 hezarî ye ku di hilbijartinan de hevşaredarên HDP’yê  bi  rêjeyek zêde bi ser ketin. Emîne got hevşaredara me Naşîde Toprak bi şeklek bê dadî hate binçavkirin. Emîne wiha berdewam kir: “Di hedefa hikumetê de yekem car deskeftiyên jinê hene. îqtidara ku bi hişmendiya mêr ê serdest civakê bi rêve dibe li hembrî deskeftiyên jinan bê tehmule.  Hikumet dixwaze jinê bixe qalibên weke jin a ‘maqul’ a di malê de di bin xizmeta zilam de ye  ku di sîstema me ya HDP de ev qalib hatine şikandin. Jin îro xwedî statûyekin dikarin her deverê jiyanê de bi cih bibin.  Btaybet xwedî azadiya aborî ne. Hikumet bi qayuman re van deskeftiyan desteser dike. Vîna gel vîna jinê xwest bikuje. Lê li hemberî van êrişan me tucar serî ne tewandiye û emê îro ji netewînin. Di hemû şert û mercan de em ê xwedî li vîna xwe derkevin.”
 
‘Tendurustiya gel tune dihesibînin’
 
Emîne  di berdewamiya axaftina xwe de nexweşiya koronoyê a ku cîhanê xistiye bin bandora xwe  bi bîr anî û wiha got: “Jimara kesên li Tirkiyê bi nexweşiyê ketine diyar e. Ango di demek kurt de ev nexweşî bi lezek mezin belav dibe. Li şuna ku hemû rayedar li rêyên çareseriyê bigerin , ewlehiyan bigrin û li hemberî mezinbûna karesetan bibin asteng  êrişê deskeftiyên HDP’ê dikin.  İktîdarê ev ji bo xwe kir derfet û divê em hemû di nava piştgiriyê de bin. Enceq bi vê riyê ev dikare çareser bibe. Lê bi israr vîrusa duwem xistin nava kurdan. Lewra hukumet bi vî rengî nîşan dide ku ew tendurustiya civakê ji tun nahesibîne. Em weke xebatkarên şaredariyê  şev û roj di nava xebatan de ne. Li hemberî nexweşiyê me hemû derfetên xwe ji bo gel pêşkêş kirin. Di demek wiha de ji me re ji gel re astengî derxistin darbe ye. Em bang dikin ku her kes di nava xebatan de be.”