ROJEVA 30’Ê ADARA 2020’AN

  • 09:00 30 Adar 2020
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku ji ber sedema Vîrûsa Korona jiyana xwe di mal de didomînin axivîn û gotin: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çûyîn û hatina derve qedexe kiriye. Em hemû biryarên ku derketine pêk tînin û ji bo parastina civaka xwe di mala xwe de dimînin." DÎMEN HEYE
 
*Cîgira Desteya Rêveber a herêma Firatê Emîne Bekir teqez kir ku ji bo parastina civakê ew ê hemû rê û rêbazan pêk bînin û got: "Em hêvîdar in ku gelê me bi hişyarî tev bigerin, di malên xwe de bin, xwe û civaka xwe ji Vîrusa Korona biparêzin."
 
*Hevseroka Mecilisa Gel ya wergiha penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmur), Çîçek Cengîz  derbarê penabertiya şêniyen Memxmurê, zehamtiyên hatine kişandine kişandin nêzîkatiyên NY’ê yên wê demê  û yekitiya neteweyî de axivî.  Çîçekekê diyar kir ku wan wargeha cihê mişk, mar û dûpişkan ji bo xwe weguhertine cihê jiyanê. DÎMEN HEYE
 
*Cansû Ozdemîr diyar kir ku belavbûna vîrûsê rewşa îmraliyê jî dixe bin xetereyê û her wiha anî ziman ku di derbara Îmrali û tenduristiya rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de tu agahî nayê aşkerekirin ew jî polîtîkayên qîrêj yên dewleta Tirk in. BI DÎMEN
 
*Xebatkarên Şaredariyên ku qayûm tayînî wan hatine kirin gotin di pêvajoyek wiha de ku her kes li çareseriya kareseta vîrûsê digere îktidarê êrişê şaredariyên me kir. Gulşah Atalay got divê me bi pişgiriyê van karasetan derbaz kiriban, ango ew ji karasetê firset derxistin e.
 
*Xebatkarên tendurustiyê ên ku bi KHK’ê ji kar hatine durxistin gotin ew li rexmî vê bêdaletiyê  ji bo xizmeta gel amade ne. Hîvda Aksoy got ev xebat soza wan û çi ji destê wan were wê pêkbînin. Li gel wê Gulhan Tekîn jî da nîşandan ku bi durxstina ji kar re wan xebatên xwe rawnewestandine û xizmeta gel dikin.
 
*Têkîldarî tayinkirina qeyûman hevşaredarên HDP’ê yên  bajarok û navçeyên Êlîhê ji ajansa me re axivin. Hevşeradaran diyar kirin ku biryara tayinkirina qeyûman dijminahiya li hemberî kurdan radixe berçavan û gotin ku ew ê heta dawiyê bi gel re bin.
 
*Hevseroka SES’ê ya Aksarayê Yasemîn Bakir diyar kir ku di vê pêvajoya ku vîrus belav bûye de gelek kêmasiyên ekîpman û şertên fîzîkî yên li nexweşxaneyan hene û got: “Xebatkarên tenduristiyê di şertên neparastî de tên xebitandin û ev jî tê wateya ku kirdeya herî xurt di vê pêvajoyê de nexweş dike û ji pêvajoyê vedikişin e.”
 
*Aktivîsat TJA'yê Zelal Bîlgîn ku di heman demê de beşa pîriktiyê jî xwendiye derbarê belavbûna Vîrusa Koronayê de anî ziman ku divê di vê rewşê de dayik û pitik were parastin.  Zelalê di haman demê de anî ziman divê jinên ducanî li xwe baldar bin û tedbîrên xwe kêm nekin.
 
*Sekretera Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Wanê Funda Demîr Bozkurt diyar kir ku dîmenên darvekirinê yên di perwerdahiya ji dûrve ya ji aliyê MEB’ê ve hatiye dayîn, wê gelek pirsgirêkan bi xwe re bîne û got: “Bername ne pedagojik e û bi armancên siyasî hatiye amadekirin.”
 
*Parlametnera Stenbolê ya HDP’ê Zuleyha Gulum, diyar kir ku ji ber vîrusa korona barê jinan yê li malê giran bûye û got wê şîdeta mêr jî zêde bibe. Zuleyhayê got: “Di pakêtên ku desthilatdariyê amade kirine de jin tune ne. Der barê şîdeta li ser jinê û xizaniyê tu tiştek nehatiye gotin. Divê jin di vê pêvajoyê de piştevaniya xwe ava bikin.