Komeleya Jinê ya Rosayê: Jin dikarin xwe bi rêya xeta lezgîn bigihêjînin me

  • 16:08 29 Adar 2020
  • Rojane
AMED - Komeleya Jinê ya Rosayê bang li jinan kir ku ew li malê ne tenê ne, dema ku bi tundiyê re rû bi rû man dikarin bi rêya xetên lezgîn û li dijî tundiyê xwe bigihêjin wan. 
 
Komeleya Jinê ya Rosayê ji ber Vîrusa Koronayê (Covid-19) di 18'ê Adarê de bi daxuyaniyeke nivîskî  ragihand ku wan di civîna xwe ya di 16'ê Adarê de biryar dane ku ji ber Vîrusa Koronayê navberê bidin xebatên xwe. Li gel navberdayînê, Komeleyê ji bo ku jin bi hêsanî xwe bigihîjin wan li ser medyaya civakî xetên tundiyê parve kirin. Komeleyê di parvekirina xwe de diyar kir ku ew ê bi gotinên hevpar piştgiriyê bi jinan re mezin bikin û  bang li jinan hat  kirin ku xwe  bi rêya van xetan bigihîjin wan. 
 
‘Hûn li malê ne tenê ne’
 
Der barê mijarê de Endema  Lijneya Rêvebira Komeleya Jinê ya Rosayê Meral Tekîn axivî. Meralê anî ziman ku di pêvajoyeke wiha zor û zehmet de jin ne tenê bi nexweşiyê di heman demê de li dijî hişmendiya desthilatdar jî tedikoşe û wiha got:” Rewşa mayîna li malê newekheviya  zayendê xurt dike û bi xwe re tundiyê tîne. Em rêxistinên jinan dizanin ku jin herî zêde mexdûrên tundiya kesî herî nêzîkê xwe ye.   Em ji vê yekê bi fikar in. Dema ku jin bi şîdetê re rû bi rû bimînin, divê xetên lezgîn werin çalakkirin û  divê mekanîzmayên dewletê bên xebitandin. Banga me ji bo jinan ev e "Hûn li malê ne tenê ne” Gava ku hûn bi tundiyê re  rû bi rû man, telefonên piştgiriyê yên lezgîn bigerin û ji mafên xwe  sûd bigirin.”
 
Xetên ku hatin parvekirin wiha ne: 
 
Xeta piştgiriya civakî : 183. Komeleya Jinê ya Rosa 05524668621.Xeta Malbatî ya Navxweyî: 02126569696.Navenda Piştgirî û Pêkanîna Mafên Jinan a Amedê: 08504662121.  Polîs:155 Navenda banga 
 
Lezgînî:112