Rewşa girtiyan di xeterê de ye

  • 09:34 29 Adar 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Piştî belavbûna vîrûsa koronayê girtîgeh bûn cihê herî xeter. Nafiye Çoban a ku du keçen wê di girtîgehê de ne diyar kir ku Keça wê Şehrîban a di Girtîgeha Şakranê de ye bi rêya telefonê lê geriyaye,  bal kişandiye ser rewşa girtîgehê û wiha gotiye: "Li vir rewşeke xeternak heye û dibêjin tedbîr hatine girtin lê belê pêdiviyên dezengfekteyê jî nadin me. Ev rêbaz dê bibe sedema belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan." 
 
Piştî vîrûsa koronayê li Tirkiyeyê belav bû, girtîgeh bûn cihê herî xeter. Heta niha ligel çend tedbîran tiştek nehat kirin. Tedbîrên wekî qedexeya hevdîtinan hatin girtin û qedexe jî du hefteyan hat dirêjkirin. Bi taybetî malbat di nava tirs û fikaran de ne. Sazî û dezgehên sivîl, rêxistinên tenduristiyê û parêzeran demek dirêje derbarê rewşa girtiyan de daxuyanî didin û hişyariyan dikin. 
 
Lê hişyariyên ku hatine kirin ji hêla rayedarên dewletê ve tên piştguhkirin. Şehrîban Çoban li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye û duh bi rêya telefonê derbarê rewşa girtîgehê de agahî daye dayika xwe. Dayika Şehrîban Nafiye Çoban a ku du keçen wê di girtîgehê de ne, ji ajansa me re qala hevdîtina xwe ya bi telefonê kir. 
 
Şehrîban Çoban: Malzemeyên dezengfekteyê nadin 
 
Nafiye di axaftina xwe de diyar kir ku demek dirêje mijara girtîgehan di rojevê de ye û got ku ji ber vîrûsa koronayê tedbîrên hewce nayên girtin, jiyana girtiyan di xeterê de ye. Nafiye, axaftina xwe ya bi keça xwe re wiha anî ziman: "Şehrîban got rewşeke xeternak li girtîgehan heye û gardiyan jî bê tedbîr dikevin girtîgehê. Hejmara girtiyan li kaguşan zêde ye. Gelek girtî jî nexweşin û nexweşiyên wan ên kronîk hene. Di wê rewşê de jiyan bêtir zehmet e. Di cihek biçûk de gelek kes pêdiviyên xwe yên rojanê nikarin pêk bînin. Wekî cihên serşo û lavabo. Her wiha malzemeyên paqijiyê û tenduristiyê nayên belavkirin. Li girtîgehê paqijî jî baş nayê kirin. Danûstandina kandina jî hatiye astengkirin. Malzemeyên dezefenktan, kolonya û derman nayên dayîn. Tenê hevdîtin hatine qedexekirin. Ev tişt nayê wateya ku tedbîr li girtîgehan hatine girtin. Ev rêbazeke tecrîdê ye." Nafiye di axaftina xwe de zanîn ku keça wê gotiye hin gardiyan bi vîrûsê ketine û wiha got: "Keça min got hîn gardiyan bi vîrûse ketine û ev tişt ji bo girtiyan xetere ye."
 
 'Tenduristaya wê nebaş e'
 
Dayika Şehrîbanê Nafiye, derbarê rewşa heyî de axivî, bal kişand ser rewşa girtiyan û wiha dom kir: "Nezîkatiya hikûmetê nayê qebûlkirin. Girtî terkê mirinê kirine. Keça min  104 rojan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ma. Di vê demê bi şîdeta fîzîkî û derûniyê rê rûbirû ma. Piştî grev bi dawî bûn tedawiyek baş nehat kirin. Ji ber vê jî rewşa wê ya tenduristiyê ne baş e."
 
'Guh bidin dengê girtiyan'
 
Nafiye, diyar kir ku niha girtî terkê mirinê kirinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet ewlehiya girtiyan negirtiye û ew terkî mirinê kirine. Em ê li hemberî vê yekê bêdeng nemînin. Ez ji bo piştgiriya greva birçîbûne her tim di nava çalakiyan de bûm û ez bi şîdetê re jî rûbirû mam. Lê min sozek dabû ku ez ê li dijî tecrîd û zilmkaran bêdeng nemînim. Niha jî heman sozê didim ku ez ê ji bo girtiyan dîsa bêdeng nemînim. Ez band hemû dayikên girtiyan, Gelê Kurd û siyasetmedaran dikim ku bila deng bidin dengê girtiyan, ji ber ku jiyana girtiyan di xeterê de ne. Ger em niha xwedî li wan dernekevin dibê ku sibêhe dereng be. Tecawizkar û êrîşkar li vî welatî serbest tên berdan lê belê girtiyên siyasî yên bê sûc nayên berdan."