‘Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye’

  • 09:31 29 Adar 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu-Berîtan Canozer
 
AMED - Hevseroka TUAY-DER’ê Mehtap Metîn, bi lêv kir ku tecrîd bandorê li ser hemû civak û girtiyan dike û got: “Divê civak li dijî tecrîdê refleksek xurt nîşan bide. Tecrîd sûcê giran yê li hember mirovahiyê ye.”
 
21 sale tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û serlêdanên parêzerên wî û malbatê tên redkirin. Nêzî 8 mehan şûnde piştî şewata li Îmraliyê derketibû, malbatan li Îmraliyê hevdîtin pêk anîn. Di hevdîtina hat kirin de peyamên Abdullah Ocalan bi hevkariya çapemeniyê bi rayagiştî re hat parvekirin û hevdîtin dîsa hatin birîn. Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) Mehta Metîn bandora tecrîdê ya li ser civakê nirxand.
 
‘Gelê Kurd xwedî li nasnameya xwe derdikeve’
 
Mehtabê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji 1999’an heta niha tê tecrîdkirin û got: “Hikûmet bi tecrîdê sebra gelê Kurd dide zorê. Gelê Kurd her tim li dijî tecrîdê li qadan bû. Gelê Kurd tecrîd tu car qebûl nekir. Nikarin têkiliya gelê Kurd bi Birêz Ocalan re qût bikin. Gelê Kurd bi perspektîfa Ocalan berxwe dide, xwedî li nasnameya xwe derdikeve. Tecrîd li ser hemû gelê Kurd û civakê jî pêk tê. Her kes ji tecrîdê bi bandor dibe. Heta ku nêrînên Birêz Ocalan li ber çavan neyê girtin wê Tirkiye jî ji kaosê xilas nebe.”
 
‘Divê bi rêk û pêk mafê hevdîtinan pêk bê’
 
Mehtabê bi lêv kir ku tecrîd sûcê herî giran yê li hember mirovahiyê pêk tê ye û got: “Divê civak bi awayekî xurt li dijî tecrîdê refleksê nîşan bide. Divê Abdullah Ocalan bi rêk û pêk bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne. Em ê israra xwe ya di vê mijarê de bidomînin. Çi ji destê me bê em ê bikin.”
 
‘Divê herkes bibe denge girtiyan’
 
Mehtabê destnîşan kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan jî piştî grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîdê hatin kirin jî, zêde bûne û got li ser girtiyan polîtîkayeke tolgirtinê tê meşandin û îro rewşeke ku OHAL bezandiye tê jiyîn. Mehtabê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em bi hevkariya malbatan agahdar dibin. Girtî ji malbatên xwe re binpêkirinan radigihînin. Em parêzerên komeleya xwe ji bo piştgiriya hiqûqî dişînin girtîgehan. Em hewl didin binpêkirinên girtîgehan fêr bibin û li ser vê nîqaşan bikin. Em hewl didin ji bo girtiyan bibin destek lê mixabin ev jî kêm dibîne. Li Rîze Kalkandere, Panos û Elezîzê surgun hatin jiyîn, di vê navberê de îşkenca fîzkî hat jiyîn. Girtî rastî lêgerîna tazî tên. Girtiyên qebûl nakin rastî lêdana tûnd tên. Divê der barê girtîgehan de hestiyarî bê zêdekirin.”