‘Li girtîgehan tedbîrên cidî hene lê ji bo girtiyan tune ne’

  • 09:20 29 Adar 2020
  • Rojane
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî balkişand ser vîrusa korona ya ku wê li girtîgehan rê li ber pirsgirêkên cidî vebike û got: “Divê ji bo girtiyan test bê kirin û tedbîr bên girtin.Li girtîgehan tedbîrên cidî yên dezenfekte û kontrolê hene lê ev li tedbir li qawîşên girtiyan nayên girtin. Ji bo girtiyan pêngava herî girîng ya divê bê avêtin tahliye ne.”
 
Vîrusa korana (Covîd-19) ya li hemû cîhanê belav bû ji aliyê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ve wek (pandemî) hat îlankirin. Li Tirkiyeyê jî her diçe belav dibe û yek ji cihên ku herî zêde di bin xeterê de ye girtîgehin.
 
Daneyên TUÎK û OECD fikaran diafirînin
 
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîka Tirkyeyê (TUÎK) hejmara girtiyên di dawiya 2017’an de 232 hezar bû di 6 mehên ewil yên 2019’an de gihişt 270 hezarî û li gorî daneyên meha Gulanê ya Rêxistina Hevkarî û Pêşvebirina Aborî (OECD) jî Tirkiye di cîhanê de piştî DYA’yê di mijara girtinan de di rêza duem de ye.
 
Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya meha qanûna 2019’an li girtîgehan nêzî 2 hezar û 500 girtiyên zarok hene.
Piştî vîrusê her çiqas wezareta dadê bêje ku tedbîrên pêwist hatine girtin, malbatên girtiyan, saziyên civaka sivîl (STK), parêzer û rêxistinên tenduristî û pîşeyî diyar kirin ku ji ber pratîka hikûmetê bi fikarin û gotin daxuyaniyên wan baweriyê nadin.
 
Her wiha diyar kirin ku pêngava herî girîn a ji bo girtiyan tahliyekirine.
 
‘Divê koxuş bên dezenfektekirin, alavên paqijiyê bê pere bin’
 
Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî, got li girtîgehan pirsgirêkên cidî yên jiyanê hene û got di rewşa tedbîrên pêwist neyên girtin û tahliye pêk neyên wê encamên ku welat tehdîd bike derkevin holê. Gulserenê wiha berdewam kir: “Tedbîrên li girtîgehan tên girtin qels in. Li gorî vegotinên malbat û girtiyan derdikeve holê ku tedbîr gelek qelsin. Me gotinên cuda nebihistin. Der barê tedbîrên jiyana girtiyan de yên ku mirovan tatmîn bikin tune. Hemû girtî di alî xwegîhandina alavên paqijiyê de pirsgirêkan dijîn. Beriya vîrusa korona jî pisgirêka wisa hebû. Lê niha ji ber vîrusê fikarên cidî hene. Divê koxuşên girtiyan bên dezenfekte kirin û alavên paqijiyê bê pere bên dayîn.”
 
‘Divê test bên kirin’
 
Gulserenê her wiha destnîşan kir ku girtîgeh gelek tije û divê demildest çareseriyek bên dîtin û got: “Qadên hevpar û qadên jiyanê wê rê li ber belavbûna vîrusê vebike. Ji ber kapasîte gelek tije ye û tedbîrên hîjyenê nayên girtin wê gelek pirsgirêk jî bê afirandin. Divê test bên kirin.”
 
‘Hikûmet wê berpirs be’
 
Gulserenê fikarên xwe anîn ziman û ji bo peydakirina alavên paqijî û tedbîran bang li rayedaran kir û got: “Ji bo bê hînkirin ku nexweşî heye an na, vîrus heye an na, divê demildest test bên kirin. Encamên testan jî divê bi girtî û malbatên wan re bên pavekirin. Daxwazeke me ya din a sereke jî eve ku tahliye bên kirin. GirtÎgeh tije û rêbazên parastina ji vîrusê kêm in. Li girtîgeha girtiyên nexweş, jinên xwedî zarok, yên ducanî û kal û pîr hene. Divê bi taloqkirina înfazê re bên berdan. Ji mirinên pêk bên jî wê hikûmet berpirs be.”
 
‘Divê zarok ji girtîgehan bên durxistin’
 
Gulserenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bi taybet zarokên bi dayikên xwe re girtîne di bin xetereyê de ne û got divê zarok ji girtîgehan bên durxistin.