Parêzera Îranî ya bi tecawizê re rûbirû hat li Tirkiyeyê penaber e

  • 09:18 29 Adar 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Aktîvîsta mafên jinan a Îranî û hiqûqnas M.A, tevî zor û zehmetiyên rêwitiya ji Îranê heta Tirkiyeyê, penabertî û tecawizê det ji têkoşîna jinê berneda û got: “Ji ber ez bûm dengê jinên bi tecawizê re rûbirû man, tecwaizî min kirin. Lê tu car min dest ji têkoşînê berneda.”
 
Li Îranên ku pergal bi rêbazên tund yên şerîatê tê rêvebirin, zextên li ser jinê jî zêde dike. Jinên li Îranê di plana duyem de jî nayên dîtin ji bo azadiya xwe têdikoşin. Li dijî vê jî tên îşkencekirin û girtin. M.A ya ku aktîvîsta mafên jinan û hiqûqnase, tiştên jiyaye zextên li ser jinên Îranê nîşan dide. M.A. li ser rêwitiya ku neçar ma bike, tecawiz û rewşa jinên Îranê axivî.
‘Dijminên jinê min hedef girtin’
 
M.A ya du sal zêdeye li Tirkiyeyê dixwaze biçe Ewropayê, zarokek wê ya 5 salî heye û diyar dike ku li Îranê jin wek kole tên dîtin, tu mafê wan tune û her roj bi şîdet û tacîzê re rûbirû ne. M.A. wiha got: “Zehmet be jî em li dijî van pêkanîn têdikoşiyan. Lê dijminên jinê min hedef girtin. Ez her tim dihatim tehdîdkirin. Bi hinceta min destmala xwe şaş girêdaye ez hatim binçavkirin. Di bin çavan de du polîsan tecawizê min kir. Şîdet li min kirin. Piştre min berdan. Min doz vekir lê tu tiştek nekirin. Ji ber ku mêr mafdar tên dîtin.”
 
‘Heman kesan tehdîd kirin’
 
M.A ku tevî hemû zextan di doza xwe de israr kir wiha got: “Di rewşa heyî de di rewşek wisa de divê der barê ku tecewizî min kirine de di 72 saetan de test bihata kirin. Lê kes bi doza min re eleqeder nebû. Min israr kir û heman kesan dîsa min tehdîd kirin. Bi tecawizê, bi malbatê hatim tehdîdkirin. Piştre ji ber tehdîdan ez hevjîn û zarokên xwe hatin Tirkiyeyê.”
 
M.A bi lêv kir ku ji ber van bûyeran pirsgirêkên psîkolojîk jiyaye û wiha got: “Rojê 5 caran xwe dişom. Xwe qirêj hîs dikim. Dermanên psîkolojîk bi kar tînim. Niha ji ber doktorê urolojiyê ya jin tune ez derman nabim. Xwe nebaş hîs dikim. Ji ber mêrin naxwazim derman bibim. Ez hatim nexweşxana lêkolînê lê gotin  jinek doktoro urolojiyê heye û ewi jî li Stenbolê ye. Derfetên min jî tune û ji ber vê nikarim biçim.”
 
M. A daxuyakirin ku şertên li Tirkiyeyê jî wan didin zorê û wiha pê de çû: “Teşîsa otîzmê li zarokê min hatkirin. Em hem di alî aborî hem jî di alî manewî de zehmetiyan dikşînin. Her tişt li vir bihaye. Hevjînê min dixebite lê pereye distîne pir kêm e. Carna nikare pereyê xwe jî bigire. Dewlet 200 TL dide. Em ji Tirkiyeyê wî pereyî naxwazin. Em dixwazin biçin Ewropayê.”
 
‘Jin bi hev re dikarin gelek tiştî biguherin’
 
M.A destnîşan kir ku wek Îranê li Tirkiye û cîhanê jin bi şîdetê re rûbirû ne û got: “Ewlehiya jinan tüne ye. Bi piştevaniya jinan dikare gelek tişt biguhere. Ji ber ez bûm dengê jinên bi tecawize re rûbirû man, tecawizî min kirin. Lê min dest ji têkoşîna xwe berneda. Ez li ku bim jî ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Ez ê mafê jinan biparêzim. Ez bawer dikim ku em ê bi hev re gelek tiştî biguherînin.”