Jinên Efrînê : Dewleta tirk me di malên me de jî rehet nahêle

  • 09:04 29 Adar 2020
  • Rojane
Tolîn Elî
 
ŞEHBA - Piştî biryara qedexekirina derketina derve ji bo vîrusa koronayê êdî her kes li mala xwe dimîne. Li gel vîrusa heyî êrîşên dewleta tirk ên li ser şêniyên Şehbayê dewam dikin. Jinên  Efrînê yên li Şehbayê  derbarê êrîşan de dibêjin: "Tevî ku em di mala xwe de ne dewleta tirk me topbaran dike, li aliyekî   vîrûs me tehdit dike û li aliyê din jî topbarana dewleta tirk me tehdîd dike."
 
Vîrûsa koronayê ku cara yekem li welatê Çînê hin kesan re hat dîtin, roj bi roj li hemû cîhanê belav bû. Li tevahiya cîhanê bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek kes jî di bin kontrola bijîjkan di karantînayê de ne û rojana jî xeteriya vîrûsê zêdetir dibe. Piştî biryara qedexekirina derve ji aliya Rêveberiya Xweser ji bo parastina ji vîrûsê, her kes di mala xwe de dimîne.  Lê dewleta tirk û hevkarên wê nahêlin ku rojek aram di ser gelê Şehbayê re derbas bibe.  Rojana em dibînin li Herêma şehbayê gundê Em- Huşê ,Til Rifet û navçeya Şêrewa, tên topbaran kirin. Têkildarî mijarê jinên  Efrînî nêrîna xwe bi me re parve kirin.
 
'Em ji ber dewleta tirk di malen xwe de jî nikarin rûnên 
 
Jina bi navê Fîdan Fayêq li ser qedexekirina derketina derve axivî û wiha got: "Ev bû demek  ku vîrusa koronayê li cihanê belav bûye, gelek kesan jî jiyana xwe ji dest dane û li gorî bijîşkan heta niha tu derman jê re nehatiye peydakirin. Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê derketina derve  û çûn û hatin welatiyan a bajêr qedexe kiriye.  Em  jî di mala xwe de dimînin û bi parastina  malbata xwe re elaqedar dibin.  Di haman deme de jî em dixwazin vegerin ser karê xwe.  Dewleta tirk her roj herêm û gundên  me topbaran dike, ev xeteriyeke pir mezin e. Em nikarin ji mala xwe derkevin dema êrîş çêdibe, ev dibe sedema ku jiyana me di nava xeteriyê de be."
 
'Divê rê li pêşiya kiryarên dewleta tirk bên girtin' 
 
Her wiha jina bi navê Emîne Xeco jî wiha nêrîna xwe bi me re parve kir: "Piştî dagirkirina Efrînê em neçarî koçberiyê bûn û li Şehbayê bi cih bûn, niha jî ev bû ye demek ku vîrûsa korona li tevahî cîhanê belav bû ye.  Ji bo ev şewb derbasÎ herêmê me nebe em di mala xwe de ne.  Em biryar û tedbîran pêk tînin, lê dewleta tirk û hevkarên wê nahêlin ku rojek aram di ser me re derbas bibe.  Tobaran heta niha jî berdewame, sivîl  ji xeteriya  vîrûsê ditirsin. Divê dewletên navnetewî bi erka xwe  ya exlaqî rabin. Weke ku çawa dixwezin dermanekÎ ji vîrûsa korona re bibînin, divê rê li pêşiya kiryarên  Tirkiyê jî bê girtin. Em bang li gelê xwe dikin ku parastina xwe bikin, ji ber ku rewş hesase û vîrus nêzî me dibe. Em bi hêvî ne biryarên ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina gel derxistiye,  gel  di ber çav  re derbas bike, da ku em bi hev re rê li ber vîrûsa koronayê bigirin."