Hunermendên Kurd ji bo piştevaniya gelê Îtalya'yê kilam gotin

  • 20:45 28 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 40 hunermendên kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dijîn ji bo piştevaniya gelê Îtalya'yê kilama Çaw Bella gotin.
 
Vîrûsa Koronayê ku bi giştî li cîhanê belav bû herî zêde li ser Îtalya'yê bibandor bû. Her wiha gelek hunermendên cîhanê ji bo gelê Îtalya'yê piştgirî dan. Hunermendên kurd jî ji bo piştevaniya gelê Îtalya'yê kilama Çaw Bella gotin. Klîba kilamê bi organîzasyona Med Muzik ve hat parvekirin.
 
Hunermend Mizgîn Tahîr, Hêja Netirk, Deniz Deman, Ayfer Duzdaş, Hozan Dîno, Koma Çarnewa ku tê de bi tevahî 40 hunermendên kurd bi etîketa 'Em ê herdem bi hev re bin ' kilama Çaw Bella gotin.