Li Rihayê xebatên HDP'ê yên hişyariyê didomin

  • 15:08 28 Adar 2020
  • Rojane
RIHA - Li Serê Kanî, Pirsus, Wêranşar, Xelfetî û navenda Rihayê xebatên HDP'ê yên hişyariyê didomin. Di çarçoveya xebatan de lepik û maske tên belavkirin. Di çarçoveya xebatan de esnaf gazincên xwe anîn ziman û gotin: "Heke em nexebitin em ê çawa debara zarokên xwe bikin.'
 
Vîrûsa koronoyê (COVİD-19) di demek kurte li seranserê cîhanê belav bû. Li Tirkiyeyê jî her roj daneyên ku tên parvekirin diguherin. Bi hezaran kes bi nexweşiyê ketin. Yek ji cihên ku di bin metirsiyê de ye Rihayê. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi armanca hişyariyê li navçeyên Serê Kanî, Pirsus, Wêranşar, Xelfetî û navenda Rihayê çûn serdana esnafan. Her wiha di serdanan de maskê tên belavkirin. 
 
'Bila gel baldar bin'
 
Hevseroka HDP'ê ya bajarê Rihayê Emîne Çetîner ji ajansa me re behsa xebatan kir û got: "Em bi lepik û maskeyan derdikevin derve û gelê xwe hişyar dikin." Emîne, di axaftina xwe de bal kişand ser serdanan û wiha axivî: "Em agahiyên zanîstî parvedikin û em dixwazin gel baldar be. Me di xebatên xwe de dît ku hêj esnaf ji ber pirsgirêkên aborî neçar dimînin ku bixebitin."
 
'Rewşa aboriya Tirkiyeyê diyar e'
 
Emînê, bal kişand ser pirsgirêka aborî û wiha got: "Gelek esnaf ji me re dibêjin 'Heke em dikanên xwe bigirin, em ê çawa nan bibin malên xwe. An em ê bi korona yê an jî bi birçîbûnê bimirin'. Rewşa aboriya Tirkiyeyê li holê ye û ev tişt jî ji ber polîtîkayên aboriyê pêk tên. Di rewşên awarte de yên bi vê rengî gel bêtir astengiyan dijîn."
 
'Di nav qeyrana aboriyê de vîrûs...'
 
Esnaf jî wiha nêrînên xwe anî ziman û gotin: "Em esnafên biçûk in û heke em li malên xwe rûnin em ê çawa zarokên xwe xwedî bikin. Niha bi hezaran wekî min li Rihayê heye. Di nava qeyrana aboriyê de vîrûs jî derket holê û her kes banga li malên xwe dernekevin dikin û tenduristî girîng e lê belê em zirarê dikin û divê pêwîstiyên me pêk bînin.