Rêveberiya Xweser dê alîkariyê bide Mexmûrê

  • 14:09 28 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser banga Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyek da û gotin amadene ku hemû pêdiviyên tenduristiyê pêşwazî bikin. 
 
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser banga Meclîsa Gel a Wargeha Şehîd Rûsteme Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek dan û diyar kirin ku dê alîkariyê bidin wargehê. 
 
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîvan Xalid, li ser banga Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyanî da û wiha got: "Em ê banga Meclîsa Gel a Kampa Mexmûrê pêk bînin û em ê hemû pêwîstiyên tenduristiyê ku li ber destê me ne ji şêniyên wargeha Mexmûrê re, bişînin. Ji ber ku ev erkeke mirovî ye dikeve ser milên me."
 
Bêrîvan, diyar kir ku wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew amade ne ku alîkariya hemû herêmên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye, bikin û wiha hat gotin: "Meclîsa Gel a Mexmûrê a herêma Kurdistanê peyamek ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re şandibû û xwestibû ku destekê bidin wan da ku pêşiya belavbûna vîrûsa koronayê bigirin. Di demekê de ku kamp hatiye dorpêçkirin û pêwîstiyên tenduristiyê bi zehmetî peyda dibin. Hikûmeta herêma Kurdistanê Wargeha Mexmûrê ya ku nêzî 12 hezar kes lê dimînin, dorpêç kiriye. Duh hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven bang li hikûmeta herêma Kurdistanê kiribû ku dorpêça li ser kampê, rake."