Qedexeya hevdîtinê ya ji bo girtîgehan hat dirêjkirin

  • 13:04 28 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE - Wezareta Edaletê li dijî belavbûna vîrûsê ya li girtîgehan hevdîtina parêzer û malbatan carek din qedexe kir.
 
Wezareta Edaletê li dijî belavbûna vîrûsa korona ya li girtîgehan di çarçoveya pêşniyarên Desteya Zanîst a Vîrûsa Koronayê de biryara qedexeya hevdîtinê carek din dirêj kir. Li gorî biryarê qedexeya hevdîtina parêzer û malbatan 2 hefteyên din jî hat dirêjkirin.
 
Wezareta Edaletê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku malbat û parêzer di rewşên taybet de bi destûra serdozgeriyê dikarin hevdîtin pêk bînin. Lê dema parêzer biçin hevdîtinê jî dê bi lepik û maskeyan hevdîtina girtî pêk bînin.