Platforma Yekitiya Jinên Kurd: Xwe biparêzin û ji mala xwe dernekevin!

  • 11:55 28 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDAN NÛÇEYAN - Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi daxuyaniyek bang li Kurdistaniyan kir û got: "Ger ku hûn ji xwe, malbata xwe, ji mirovahiyê hezdikin xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin."
 
Bîlançoya virûsa korona li tevahiya cîhanê her ku diçe giran dibe. Li gorî daneyên îro ya serê sibehê heta niha li tevahiya cîhanê 27 hezar û 367 kesî jiyana xwe ji dest daye û 597 û 407 kes jî bi virûsê ketine. Li Tirkiyeyê jî heta niha 5 hezar û 698 kes bi vîrûsê ketine û 92 kes jî jiyana xwe ji dest dane. 
 
Platforma Yekitiya Jinên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişand ser rewşa heyî û bang li welatiyan kir û got: "Ji bo hezkiriyên xwe li malên xwe dernekevin."
 
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hat gotin: "Şewba koronayê ku li cihanê belavbûye û rewşeke awarte heye û ji ber vê em bang li gelên Kurdistaniyan dikin. Ger ku hûn ji xwe, malbata xwe, ji mirovahiyê hezdikin xwe biparezin. Ji mala xwe dernekevin. Malbat û cîran dikarin alikariya hev bikin, li hev xwedî derkevin û moralê bidin hevdu. Heviya me ev e ku van rojên teng bi tenduristî derbas bibin. Hevdû hêztir hembêz  bikin."  
 
Weki jinên kurd em bang li hemû dînamîk û berpirsyarên dewletê dikin ku bila girtîgeha nebin goristana mirovahiye û cudahiya dualî nabe. Em ji bo girtiyan azadiyê dixwazin. 
 
Em ji kesên ku bi şewba korona ye ketine re şîfa ji kesên ku jiyana xwe ji dest dayî re rehmet, ji malbatên wan re jî sebrê dixwazin."