'Şoreşa me bi vîn û keda qehremanan bi ser ket'

  • 09:37 28 Adar 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Endama Meclîsa Jinwar Ahîn Çiya têkoşerên hefteya qehremaniyê bi bîr xist û wiha got: "Bi saya van qehremanên ku em îro qala wan dikin, hebûna kurd û rûmeta me hat parastin. Şoreşa me bi vîn û keda qehremanan bi ser ket û pira azadiyê ji bo kurdan hate destnîşankirin."
 
Di dîroka tevgera azadiyê de ji 21'ê Adarê dema çalakiya fedayî ya Mazlûm Dogan heta 28'ê Adarê roja şehadeta fermandarê ARGK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) weke 'Hefteya Qehremaniyê' tê pênasekirin. Mirovên ku li ser şopa vî mîrasî xwe bi rêxisin kirine û gavan ber bi azadiyê ve davêjin, qehremaniya van têkoşeran bi bîr dixin û weke pira jiyanan azad, pênase dikin. Têkildarî mijarê Endama Meclisa Jinwar Ahîn Çiya têkoşerên hefteya qehremaniyê bi bîr xist û wateya wê ji me re nirxand. 
 
‘Mazlûm çirûska berxwedana Gelê Kurd a li hember sîstemên desthilatdar bû’
 
Ahîn wiha dest bi nirxandina xwe kir: "Meha Adarê destpêka nûbûna jiyanê ye, dema mirov kêliyekê ji xwe re li vê xweşikbûnê mêze dike, xweza ji mirovan re çîrokên berxwedanî û têkoşîna yên ku li ser axa wê hatiye kirin bi lêv dike, pêre jî di nava xeyalan de xwe winda dike. Çîrokên buharî pir in û qehremanên wê jî yên ku canê xwe ji bo rûmeta welatê xwe feda kirine mîna Mazlûm, Egîd, Sema, Rehşan, Zekiya û Bêrîvan di meha buharê de, nayên jibîrkirin. Rast e meha buharê meha qehremaniyê ye, lê em dikarin bêjin meha xweşî û nexweşiya Gelê Kurd e jî. Di Adarê de  em cejna jinê 8’ê adarê pîroz dikin, her wiha di vê mehê de jî cejna Newrozê heye, newroza ku bi hezarê sala ya Gelê Kurd li ser mîrasê wê bi doz û azadiya xwe ve, hatiye girêdan. Bi vê yekê re qehremanên dîrokê jî derketin pêş mîna Mazlûm Dogan yê ku bi fikir û felsefeya azad agirê Newrozê bi bedena xwe vêxist û bû finda têkoşînê ku va ye îro dil û mêjiyê me, ronî dike. Sîstemên faşîst nikarîbûn îradeya Mazlûm bişkînin. Mazlûm çirûska berxwedana Gelê Kurd a li hember sîstemên desthilatdar bû."
 
'Fedakariya  têkoşer Zîlan ji bo jinan pêngaveke nû  ya azadiyê ava kir' 
 
Di dewamiya nirxandina xwe de Ahîn bal kişand ser qehremantiya têkoşerên jin yên ku parçeyek ji vê qehremaniyê bûn û wiha domand: "Têkoşer Zîlan bi fedakariya xwe zîhniyeta mêrê baviksalarî şikand, zîhniyeta ku îradeya jin, mafê wê bişaftibû û  wê ji jiyanê bê par hiştibû.  Fedakariya Zîlan ji bo jinan pêngaveke nû ava kir ku jin di nav de maf û azadiya xwe nas bike, bi hêza xwe bawer be û ji dijiman re bêje ku tu kes nikare roja jinan tarî bike. Têkoşer Sema jî ev şop domand û ji bedena xwe pira azadiyê di navbera 8’ê Adarê û 21’ê Adarê de ava kir û bû sembola îradeya jinê.  Di vê navberê de em 12’ê Adarê jî ji bîr nekin, Gelê Kurd di vê rojê de li hember sîstema Baas a faşîzim rûmeta xwe parastin û di encamê de hejmarek ji ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dan. Dijminan dixwestin hemû rêkên azadiyê li pêşiya gelê me bigirin û wan mecbûrî desthilatdariya xwe bikin. Gelê Kurd ev yek qebûl nekir û her gavên serkeftinê avêtin û ber bi azadiya xwe diçin."
 
'Hefteya qehremaniyê mîrasê azadiya Gelê Kurd û taybet jinê ye'
 
Ahîn li ser watedariya hefteya qehremaniyê axivî û ev tişt got: "Hefteya qehremaniyê ji bo me wateyeke wê pir cuda heye, ji ber ku weke em dizanin di vê hefteyê de bi pêşengtiya têkoşer Mazlûm Dogan di zindana amedê de dest pê kir ji 21’ê Adarê heta 28’ê Adarê fedekariyeke mezin hat kirin û pêre xeta têkoşînê bi fikrekî azad, îradeyeke xurt hat meşandin. Di roja me ya îro de em dikarin bêjin têkoşîna ku bi pêşengtiya jinê di Rojavayê Kurdistanê de tê kirin, gelek jinên têkoşer xwedî fikirên azad derxistin pêş. Di kesayeta Avesta, Arîn Mîrkan û Hevrînan de jin êdî di ferqa hêza xwe de ye. Van jinan rêka azadiyê ji xwe re hilbijartin û li hember sîstemên desthilatdar vîna jinê derxistin pêş. Li hember zîhniyetên netew perest û siyasetên şovînî jinan li ber xwe da û heya niha jî di nava civakan de bi birdoziya xwe destkeftiyên xwe diparêzê, Hefteya qehremaniyê mîrasê azadiya Gelê Kurd û taybet a jinê ye."
 
'Şoreş bi vîn û kedê bi ser dikevin'
 
Ahînê herî dawî diyar kir ku bi derketina tevgera azadiyê merheleyek nû dest pê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bi derketina tevgera azadiyê re, êdî merheleyeke nû dest pê kir. Ev tevger bû tevgera parastina hebûna kurd û Kurdistanê, di nav de jî tevahî netewên cuda  bi hebûna wan da hîskirin, helbet ev yek jî di oxira wê de bedelên giranbuha, hatin dayîn. Ji ber ku em bixwazin welatekî pêşketî û azad ava bikin divê em xwe amade bikin ji her tiştî re, şoreş bi vîn û kedê bi ser dikevin. Ji bo têkoşerên azadiyê jî armanca wan ew bû ku Gelê Kurd bibin xwedî vîneke azad. Dibe ku em bi çend gotinan nikarîbin wan bi bîr bixin,  ji ber watedariya wê di cewher û mêjiyê her mirovekî kurd welatparêz de, mezin dibe. Bi saya van qehremanên ku em îro qala wan dikin, hebûna kurd û rûmeta me hat parastin."