‘Hedefa me ew e ku em hejmara endamên jin derxin 3 katî’

  • 09:24 28 Adar 2020
  • Rojane
WAN - Hevseroka SES’ê ya Wanê Fîgen Çolakoglu diyar kir ku wê di qada sendîkal de potansiyela jinan zêde bikin û hejmara endamên jin zêde bikin û got: “ Jin di çarçoveya hêza kar a erzan de tên nirxandin û keda wan nayê dîtin. Em ê jî li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin.”
 
Şaxa SES’ê ya Wanê, di 23’ê Sibatê de çû kongreyê. Fîgen Çolakoglu ya bi KHK’ê hatibû îxrackirin û demek nêz de vegeriyabû ser karê xwe wek hevserok hat hilbijartin.
 
Fîgenê bi lêv kir ku pêvajoya îxracê 27 mehan berdewam kiriye û got: “Pêkanînek dijhiqûqî bû. Me dizanibû ku em ê biserkevin. Hemû hevalên me û mirovên ked dane wê ji vê pêvajiya dijhiqûqî derbas bibe. Dibe ku ev pêvajo dirêj berdewam bike lê em ê teqez biserkevin. Dirûşmeya me her tim ‘em ê biserkevin, em ê teqez bi serkevin’ e.Armanca me eve ku em têkoşîna xwe ya kedê mezin bikin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidomînin’
 
Fîgenê her wiha dsetnîşan kir ku wê wek sendîka li ser bêdadî û dijhiqûqiyê bisekinin û li qadan bin û got: “Têkoşîna me wê di esasa demokrasî û wekheviyê de bidome. Di alî aborî de pêvajo xitimiye. Em ê bi hevalên xwe re mil bidin hev û têkoşîna xwe bidomînin. Di pêvajoya OHAL’ê de surgun, îxrac hatin kirin. Ev jî di sendîkabûnê de rê li ber helînê vekir. Ev polîtîka bi aliyekî gihişt armanca xwe. Di pêvajoya nû de hedefa me ev e ku di sendîkabûnê de potansiyela jinan bê zêdekirin. Di gelek qadê de bi taybet bi qada sektorê de jin wek hêza kar a erzan tê dîtin. Hejmara endamên me yên jin di ser 150’yî de ye û hedefa me ev e ku ev derkeve 3 katî. Bawerî û hêviya me di vê nokteyê de heye.”
 
‘Divê jin hêza xwe bibîne’
 
Fîgenê di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir û got: “Têkoşîna me demdirêje û riya me dirêj e. Ji ber vê divê em li ber xwe bidin.Li Tirkiyeyê û cîhanê gelek komele û sazî û dezgeyên jinan hene. Dema bê xwestin dikarin biryarên xurt bên girtin û desthilatdariyê bidin zoarê. Em bixwe bawer bin. Em biser bikevin wê tu tişt me neçewisîne.”