'Ji bo karkerên çapxaneyê divê bi lez tedbîr bêne girtin'

  • 16:01 27 Adar 2020
  • Rojane
STENBOL - Têkildarî xetereya vîrûsa korona (Covît-19) a li ser karkeran, TGS'ê daxuyaniyek da û xwest ji bo karkerên çapxaneyan bi lez tedbîr bên girtin. 
 
Têkildarî xetereya vîrûsa korona (Covît-19) a li ser karkeran, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şewba vîrûsê li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û karkerên çapxaneyan di bin rîskekî mezin de kar dikin. 
 
TSG'ê anî ziman ku xebatkarên çapemeniyê ji erka gel agahdar bikin peyvirdar in û xwest ji bo şert û mercên ewle û tenduristî tevdbîr bêne stendin û pêşniyarên xwe wiha rêz kirin: "
 
* Divê hemû ji kardûrxistina karkerên çapxaneyan bê rawestandin. 
 
* Divê vardiye ji nûve bêne rastkirin. Divê her vardiyeyek temasî koma din a vardiye neke. 
 
* Divê hemû xebatkarên temenê wan mezin û nexweş heta ev nexweşî derbas bibe derkevin destûra bi heq. 
 
* Divê di ketin û derketina kar de karker di kontrola tenduristiyê û germahiya laş re bêne derbas kirin. 
 
* Divê xebatkar lepik û maske girê bidin. Divê li çapxenayean lepik, maske û dezenfektan her dem hebe. 
 
* Divê li xwaringehan xwarin di tabldotan de bê belavkirin û temas tune be. 
 
* Divê serwîsê karkeran rojane bê dezenfektekirin. Divê rêwiyan ji sedî 50'î kêm bikin. 
 
* Divê li hemberî hemû îhtimalan xebatên hemû çapxaeneyan ji bo demekê bê rawastandin û karker derkevin destûra bi heq, amadekarî bêne kirin."