'Ji bo karkerên çapxaneyê divê bi lez tedbîr bêne girtin' 2020-03-27 16:01:25   STENBOL - Têkildarî xetereya vîrûsa korona (Covît-19) a li ser karkeran, TGS'ê daxuyaniyek da û xwest ji bo karkerên çapxaneyan bi lez tedbîr bên girtin.    Têkildarî xetereya vîrûsa korona (Covît-19) a li ser karkeran, Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku şewba vîrûsê li Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe û karkerên çapxaneyan di bin rîskekî mezin de kar dikin.    TSG'ê anî ziman ku xebatkarên çapemeniyê ji erka gel agahdar bikin peyvirdar in û xwest ji bo şert û mercên ewle û tenduristî tevdbîr bêne stendin û pêşniyarên xwe wiha rêz kirin: "   * Divê hemû ji kardûrxistina karkerên çapxaneyan bê rawestandin.    * Divê vardiye ji nûve bêne rastkirin. Divê her vardiyeyek temasî koma din a vardiye neke.    * Divê hemû xebatkarên temenê wan mezin û nexweş heta ev nexweşî derbas bibe derkevin destûra bi heq.    * Divê di ketin û derketina kar de karker di kontrola tenduristiyê û germahiya laş re bêne derbas kirin.    * Divê xebatkar lepik û maske girê bidin. Divê li çapxenayean lepik, maske û dezenfektan her dem hebe.    * Divê li xwaringehan xwarin di tabldotan de bê belavkirin û temas tune be.    * Divê serwîsê karkeran rojane bê dezenfektekirin. Divê rêwiyan ji sedî 50'î kêm bikin.    * Divê li hemberî hemû îhtimalan xebatên hemû çapxaeneyan ji bo demekê bê rawastandin û karker derkevin destûra bi heq, amadekarî bêne kirin."