Li Mexmûrê Mîhrîcana Bêrîtan di roja 2'yemîn de berdewam dike

  • 16:39 25 Cotmeh 2024
  • Çand û Huner
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 9’emîn Mihrîcana Bêrîtan ku her du sala carekê di pêşengtiya Meclîsa Îştar de tê li darxistin di roja dûyemîn de bi pêşkêşkirina xwarinên kurdewarî û şahiyekê berdedewam dike.
 
Her du salan carekê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) mîhrîcanek bi pêşengtiya Meclîsa Îştar tê lidarxistin. Mîhrîcan îro di roja duyemîn de bi pêşkêşkirina xwarinên kurdewarî û şahiyê didome. 
 
Di danê nîvro de di çarçoveya mîhrîcanê de li Saziya Ciwanan bi tevlîbûna xelkê xwarinên kurdewarî hatin pêşkêşkirin. Mîhrîcan bi şahiyekê ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê tê lidarxistin, berdewam dike.