Xelkê Şengalê meşiya: Em ê dest ji berxwedanê bernedin

  • 16:40 25 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Şengalê bi meşeke girseyî êrîşên dewleta Tirk  ên li ser Şengalê şermezar kir û di serî de hikumeta Iraqê bang li hêzên pêwendîdar kirin ku li ber êrîşan rabin.
 
Xelkê Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk  ku ji 23'ê Cotmehê û vir ve li ser Şengalê dewam dikin daket qadan.
 
Bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê û bi dirûşma "Êrîşên li ser Rojava û Şengalê sûcê şer e" meşê ji ber Meclîsa Gel a Sinûnê destpê kir. Di meşê de bênavber li dijî xeta xiyanetê dirûşm hatin qîrîn.
 
Meşa xelkê Şengalê heta çerxerêya Mam Zekî dewam kir. Li vê derê bi navê TAJÊ û Desteya Eşayîrî ya Şengalê daxuyanî hate dayin.
 
Di daxuyaniyê di serî de Neteweyên Yekbûyî bang li hikumeta Iraqê û saziyên mafên mirovan hate kirin ku li hemberî êrîşan xwedî helwest bin. Her wiha hate destnîşankirin ku civaka Êzidî bi şehadetan lawaz nabe, ew ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê hîn mezin bikin.
 
Endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo daxuyanî da û got, "Weke ku tê zanîn, çend roj in dewleta Tirk a dagirker bênavber ev du roj in li ser hev Şengalê bombebaran dike û ew zarokên me yên ku di sala 2014’an de li ber xwe dan û Iraq bi temamî paqij kirin rastî êrişan hatine û şehîd kirin. Bêdengiya dewleta Iraqê mirovan dixe nava fikarin. Eger bi dewleta Tirk ne hevkar bûya wê heta niha carekê deng ji xwe deranîba û bêdeng nebûya.
 
Em bi şehîdan gav paşde navêjin. Em bi şehîdan ser bilind in. Eger em li ser axa xwe heta niha bi rûmet dijîn, ew jî bi saya serê van şehîdan û zarokên me yên ku serê xwe dane. Eger bi dehan jî ji me şehîd bixin em ê dev ji berxwedana xwe bernedin û dev ji zarokên xwe yên parêzvanê gel û civakê bernedin."
 
Bi navê Desteya Eşayîrî ya Şengalê Xelef Mirad axivî û got, "Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Em li vir dengê xwe digihînin dewleta Iraqê ku bi awayekî bi lez û bez deng ji xwe derxîne û nebe şirîkê şer. Di van êrîşan de gelê sivîl tê hedefkirin. Zarokên Êzidî yên ku ev 10 sal in li ber xwe didin têne hedefgirtin. Weke ku her kes zane, doh bi şev bi dehan caran êriş li ser vê cografya piçûk kirin. Li gel ku em birîndarinên jenosîdekê ne û heta neha jî birînên me nehatine kewandin, em careke din li vir bangî saziyên mafê mirovan dikin ku bi erk û berpirsiyartiya xwe rabin û deng ji xwe derxînin."
 
Daxuyanî bi dirûşmeyên 'Şehîd namirin' û 'Bijî berxwedana Şengalê' bi dawî bû.