Li baxçeyê nexweşxaneyê konê karantînayê hat vedan

  • 12:02 27 Adar 2020
  • Rojane
SEMSÛR - Di baxçeyê nexweşxaneya Kolik a ku 2 gundên wê kirin karantiyanê, konê karantînayê hat vedan. 
 
Li gundê Bîldiyan a navçeya Kolik a Semsûrê, di kesekê de vîrûsa korona (Kovîd-19) hatibû tespîtkirin. Rayedaran li ser vê yekê herêm kirin karantînayê. Gundê Mulk ê nêzî gundê Bîldiyan jî girtin bin karantînayê. Di ketin û derketin her du gunda de jî kontrolên leşkerî hatin danîn. Hat diyarkirin ku her gund dê heya 14 rojan bên îzolekirin. 
 
Li aliyê din, balkêş e ku li baxçeyê nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kolikê li dijî bûyerên vîrûsê konê karantînayê hat vedan.