Li baxçeyê nexweşxaneyê konê karantînayê hat vedan 2020-03-27 12:02:21   SEMSÛR - Di baxçeyê nexweşxaneya Kolik a ku 2 gundên wê kirin karantiyanê, konê karantînayê hat vedan.    Li gundê Bîldiyan a navçeya Kolik a Semsûrê, di kesekê de vîrûsa korona (Kovîd-19) hatibû tespîtkirin. Rayedaran li ser vê yekê herêm kirin karantînayê. Gundê Mulk ê nêzî gundê Bîldiyan jî girtin bin karantînayê. Di ketin û derketin her du gunda de jî kontrolên leşkerî hatin danîn. Hat diyarkirin ku her gund dê heya 14 rojan bên îzolekirin.    Li aliyê din, balkêş e ku li baxçeyê nexweşxaneya dewletê ya navçeya Kolikê li dijî bûyerên vîrûsê konê karantînayê hat vedan.