Li Rojhilat erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat
- 11:34 26 Adar 2020
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Xoyê erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat.
Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê vê serê sibehê erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat. Erdhej li navçeyên Elbax û Serê yên Wanê jî hat hêskirin.
Li heman herêmê di 23’yê Sibatê de erdheja bi pîleya 5.7 pêk hatibû û erdhej bûbû sedema hilweşandina hinek gundên girêdayî Elbakê.