Li Rojhilat erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat 2020-03-26 11:34:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Xoyê erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat.   Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê vê serê sibehê erdheja bi pîleya 4.4 pêk hat. Erdhej li navçeyên Elbax û Serê yên Wanê jî hat hêskirin.    Li heman herêmê di 23’yê Sibatê de erdheja bi pîleya 5.7 pêk hatibû û erdhej bûbû sedema hilweşandina hinek gundên girêdayî Elbakê.