Hevşaredarên Êlîhê sewqî edliyeyê kirin
- 11:17 26 Adar 2020
- Rojane
ÊLÎH - Hevşaredarên Êlîhê Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr piştî 4 rojan şûnde sewqî edlîyeyê kirin.
Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin û li gel hevşaredaran Êlîhê Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr 12 kes hatibûn binçavkirin. Ji van 12 kesan de aktivîstên TJA'yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden hatin girtin û duh jî 8 kes jî hatin berdan. Piştî 4 rojan şûnde Hevşaredar Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr pîştî sewqî edliyeyê kirin.