Hevşaredarên Êlîhê sewqî edliyeyê kirin 2020-03-26 11:17:03   ÊLÎH - Hevşaredarên Êlîhê  Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr piştî 4 rojan şûnde sewqî edlîyeyê kirin.    Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin û  li gel hevşaredaran Êlîhê Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr  12 kes hatibûn  binçavkirin. Ji van 12 kesan de aktivîstên TJA'yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden hatin girtin û duh jî 8 kes jî hatin berdan.  Piştî 4 rojan şûnde Hevşaredar Songûl Korkmaz û Mehmet Demîr pîştî sewqî edliyeyê kirin.