Aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden hatin girtin
- 13:56 25 Adar 2020
- Rojane
ÊLÎH - Di serdegirtina malan de di nav 12 kesên ku hatin binçavkirin de aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden jî hene.
Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiyên şaredariyê dorpêç kirin. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin û di wê encamê de 12 kes hatibûn binçavkirin û di heman rojê de tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê xwest li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm bidin di wê encame de 16 kes hatin binçavkirin û li Êlîhê bi giştî 28 kes hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Destekarên şaredariyê Mehmet Salîh Çetînkaya, Şehriban Aydin, endamên meclîsa şaredariyê Şukran Çelebî, Abdullah Tarhan, Adîl Aslan, Ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik û aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim, Emîne Erden hatin binçavkirin. Ji nav 12 kesan duh aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim, Emîne Erden û ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik sewqî dadgehê kirin. Piştî îfadeyên wan ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik bi şertê kontrola edlî hatin berdan û aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden jî bi minesebeta îfadeyên şahîd hatin girtin. Her wiha nayê zanîn ku wê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz kengî sewqî dadgehê bên kirin.
16 kes serbest hatin berdan
Her wiha duh bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê xwest li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm bidin. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyî komê kir. Di mudaxileya polîsan de Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Fatma Ablay û Omer Kûlplû û nêzî 16 kes hatibûn binçavkirin. Duh piştî ku îfadeyê wan ên Emnîyetê girtin 16 kes serbest hatin berdan.