Aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden hatin girtin 2020-03-25 13:56:48   ÊLÎH - Di serdegirtina malan de di nav 12 kesên ku hatin binçavkirin de  aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden jî hene.    Wezareta Karê Hûndir qeyûm tayînî Şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Êlih û navçeyên Farqîn, Lîcê, Erxenî û Gêlê kirin. Polîsan di saetên serê sibehê de avahiyên şaredariyê dorpêç kirin. Bi tayînkirina qeyûman re, bi ser malên hevşaredaran de jî hatin girtin û di wê encamê de 12 kes hatibûn  binçavkirin û  di heman rojê de tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê xwest  li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm bidin di wê encame de 16 kes hatin binçavkirin  û li Êlîhê bi giştî 28 kes hatin binçavkirin.    Di serdegirtina malan de Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Destekarên şaredariyê Mehmet Salîh Çetînkaya, Şehriban Aydin, endamên  meclîsa şaredariyê Şukran Çelebî, Abdullah Tarhan, Adîl Aslan, Ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik û aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim, Emîne Erden hatin binçavkirin.  Ji  nav 12 kesan  duh aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim, Emîne Erden û ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik sewqî dadgehê kirin. Piştî îfadeyên wan ji Meclîsa Ciwanên HDP’ê Evîn Can, Semanur Can, Serhat Bayik bi şertê kontrola edlî hatin berdan û aktivîstên TJA’yê Nefîse Yildirim û Emîne Erden jî bi minesebeta îfadeyên şahîd hatin girtin.  Her wiha nayê zanîn ku wê Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz kengî sewqî dadgehê bên kirin.    16 kes serbest hatin berdan    Her wiha duh  bi tevlîbûna parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û komekê xwest  li ber Şaredariya Êlihê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm bidin. Polîsan li ser vê yekê mudaxileyî komê kir. Di mudaxileya polîsan de Hevserokên HDP'ê yên Bajêr Fatma Ablay û Omer Kûlplû û nêzî 16 kes  hatibûn binçavkirin. Duh  piştî ku   îfadeyê wan ên  Emnîyetê girtin  16 kes serbest hatin berdan.