Qeyûm tayinî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Êlihê hat kirin
- 11:53 25 Adar 2020
- Rojane
ÊLIH - Qeyûm tayinî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya û Midûriyeta Şaredariya Êlihê hat kirin.
Li ser fermana Wezareta Karê Hundir şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlih, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê ji aliye qeyûman ve hatin desteserkirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredarên HDP’yî ji peywirê hatin dûrxistin. Li gel tayinkirina qeyûm vê carê jî ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û Midûryeta Çandê ya şaredariya Êlîhê re qeyûm hat tayînkirin û dewsa Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Ozden Gûrbûz Sûmer û Midûryeta Çandê Eldar Îbrahîmoglu hate tayînkirin.