Qeyûm tayinî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya Şaredariya Êlihê hat kirin 2020-03-25 11:53:43   ÊLIH - Qeyûm tayinî Midûriyeta Polîtîkayên Jinê ya û Midûriyeta Şaredariya Êlihê hat kirin.   Li ser fermana Wezareta Karê Hundir  şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Êlih, Farqîn, Licê, Gêl, Erxenî, Civanîka Sêrtê, Norşîna Bedlîsê û Xelfeliya Idîrê ji aliye qeyûman ve hatin desteserkirin. Bi tayînkirina qeyûman re hevşaredarên HDP’yî ji peywirê hatin dûrxistin. Li gel tayinkirina qeyûm vê carê jî ji Midûriyeta Polîtîkayên Jinê û Midûryeta Çandê  ya şaredariya Êlîhê re qeyûm hat  tayînkirin û dewsa  Midûriyeta Polîtîkayên Jinan Ozden Gûrbûz Sûmer û Midûryeta Çandê   Eldar Îbrahîmoglu hate tayînkirin.