Du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin
- 13:29 24 Adar 2020
- Rojane
STENBOL - Li gorî daxuyaniya ÎSTAHED'ê du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin.
Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Hekîmên Malbatan a Stenbolê (ÎSTAHED) Dr. Kutbettîn Demîr daxuyand ku du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketine. Kutbettîn diyar kir ku heke tevdîr neyên girtin dê hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê bikevin dê zêdetir bibe.