Du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin 2020-03-24 13:29:49   STENBOL - Li gorî daxuyaniya ÎSTAHED'ê du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketin.    Serokê Desteya Rêveberiya Komeleya Hekîmên Malbatan a Stenbolê (ÎSTAHED) Dr. Kutbettîn Demîr daxuyand ku du hekîmên malbatan bi vîrûsa koronayê ketine. Kutbettîn diyar kir ku heke tevdîr neyên girtin dê hejmara bijîşk û xebatkarên tenduristiyê yên bi vîrûsê bikevin dê zêdetir bibe.