Ji ber Vîrusa Korona li Rojava qedexeya derketina derve hat destpêkirin

  • 13:15 23 Adar 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Ji ber sedema belavbûna Vîrusa Korona, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemenîyê ragihand ku derketina derva qedexe ye.
 
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo rê li pêşiya belavbûna Vîrusa Korona bê girtin daxuyaniyeke çapemenî ragihand û tê de gelek tedbîrên ku werin girtin ragihandin. Weke çûyîn û hatina derveyî bajêr, hemû gel di malên xwe de xwe ji Vîrusa Korona biparêzin, suk û dikanên ji bo pêwîstiyên gel weke dermanfiroş, nexweşxane, pêdiviyên gel yê paqijî û firnê bên vekirin. 
 
Hêzên Asayîşê ji bo parastina gel, şaredarî ji bo paqijkirina kolanan û desteya tendirustiyê jî tedbîrên li dijî Vîrusa Korona digire, bi îsrar in ku gel ji malên xwe dernekevin û xwe biparêzin.
 
Tê payîn ku wê qedexeya derketina derve berdewam bike heta ku dermanek ji bo vîrûsê bê peydakirin.