Ji ber Vîrusa Korona li Rojava qedexeya derketina derve hat destpêkirin 2020-03-23 13:15:16   KOBANÊ - Ji ber sedema belavbûna Vîrusa Korona, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke çapemenîyê ragihand ku derketina derva qedexe ye.   Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo rê li pêşiya belavbûna Vîrusa Korona bê girtin daxuyaniyeke çapemenî ragihand û tê de gelek tedbîrên ku werin girtin ragihandin. Weke çûyîn û hatina derveyî bajêr, hemû gel di malên xwe de xwe ji Vîrusa Korona biparêzin, suk û dikanên ji bo pêwîstiyên gel weke dermanfiroş, nexweşxane, pêdiviyên gel yê paqijî û firnê bên vekirin.    Hêzên Asayîşê ji bo parastina gel, şaredarî ji bo paqijkirina kolanan û desteya tendirustiyê jî tedbîrên li dijî Vîrusa Korona digire, bi îsrar in ku gel ji malên xwe dernekevin û xwe biparêzin.   Tê payîn ku wê qedexeya derketina derve berdewam bike heta ku dermanek ji bo vîrûsê bê peydakirin.