Azmûna OSYM’ê hat taloqkirin

  • 11:53 19 Adar 2020
  • Rojane
ENQERE-Di çarçoveya girtina  tedbîrin ji bo Vîrusa Korona OSYM’ê dîroka 9 azmûnan taloq kir.
 
Serokatiya Navenda Bicihkirin, Hilbijartin û Pîvadinê (OSYM) ji ber Virûsa Korona dîroka salnameya azmûnê ya 2020’an guhert. Li ser siteya înternetê ya OSYM’ê hat diyarkirin ku 9 azmûnên dihat plankirin di mehên adar, nîsan, gulan û îlonê de bên kirin hat taloqkirin.
 
Her wiha derbarê azmûnên TYT’ê û AYT’ê ku 2 milyon mirov beşdar dibin hîn tu guhertin çênebûye.