Azmûna OSYM’ê hat taloqkirin 2020-03-19 11:53:14   ENQERE-Di çarçoveya girtina  tedbîrin ji bo Vîrusa Korona OSYM’ê dîroka 9 azmûnan taloq kir.   Serokatiya Navenda Bicihkirin, Hilbijartin û Pîvadinê (OSYM) ji ber Virûsa Korona dîroka salnameya azmûnê ya 2020’an guhert. Li ser siteya înternetê ya OSYM’ê hat diyarkirin ku 9 azmûnên dihat plankirin di mehên adar, nîsan, gulan û îlonê de bên kirin hat taloqkirin.   Her wiha derbarê azmûnên TYT’ê û AYT’ê ku 2 milyon mirov beşdar dibin hîn tu guhertin çênebûye.