Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin

  • 15:31 18 Adar 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê qedexeya derketina derve 5 rojên din dirêj kir.
 
Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê ji ber virûsa Coronayê di 13’yê adarê de, biryara qedexekirinê ji bo 48 saetan dabû, piştre jî 72 saetan hatibû dirêjkirin. Niha jî bo 5 rojên din hate dirêjkirin.
 
Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê Rêbaz Ehmed îro serdana Silêmaniyê kir û li gel Waliyê Silêmaniyê û Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê civiya. Piştî civînê daxuyanî. Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê eşkere kir ku ji ber qedexeya çend rojên borî encama baş hebû û got ku li ser daxwaza Wezareta Tunduristiyê 5 rojên din qedexe dirêj kirine. Wê qedexe heta saet 24.00’an a roja 23’yê adarê berdewam bike.