Li Herêma Kurdistanê qedexeya derketina derve hat dirêjkirin 2020-03-18 15:31:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê qedexeya derketina derve 5 rojên din dirêj kir.   Wezareta Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê ji ber virûsa Coronayê di 13’yê adarê de, biryara qedexekirinê ji bo 48 saetan dabû, piştre jî 72 saetan hatibû dirêjkirin. Niha jî bo 5 rojên din hate dirêjkirin.   Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê Rêbaz Ehmed îro serdana Silêmaniyê kir û li gel Waliyê Silêmaniyê û Meclîsa Parêzgeha Silêmaniyê civiya. Piştî civînê daxuyanî. Wezîrê Karên Navxweyî ya Herêma Federal a Kurdistanê eşkere kir ku ji ber qedexeya çend rojên borî encama baş hebû û got ku li ser daxwaza Wezareta Tunduristiyê 5 rojên din qedexe dirêj kirine. Wê qedexe heta saet 24.00’an a roja 23’yê adarê berdewam bike.