Li Edeneyê 3 kes kirin karantînayê

  • 12:12 17 Adar 2020
  • Rojane
EDENE - 3 kesên li Iraqê dixebitîn ên bi otobusê ji Cizîrê hatin Edeneyê, bi gumana vîrûsa korona kirin karantînayê. 
 
3 kesên li Iraqê dixebitîn ên bi otobusê ji Cizîrê hatin Edeneyê, bi gumana vîrûsa korona (Kovîd-19) kirin karantînayê. Di encama ixbara duh bi şev hat kirin de, ekîbên polîsan otobusa 3 kes tê de bûn rawestand û beraliyê otogara navendî kirin. Ekîbên tenduristiyê yên li otogarê, 3 kes birin Nexweşxaneya Dewletê ya Yuregir a Edeneyê û kirin karantînayê. Derbarê encama testa 3 kesan de, tu agahî nehatin bidestxistin.